Fîlozofê Fransî Levy serdana Afganistanê kir

.

Nivîskar û fîlozofê Fransî Bernard Henri Levy, serdana wîlayeta Pencşîr, ku hîn ji aliyê Talîbanê ve nehatiye kontrolkirin kir û bi kurê Ehmed Şah Mesûd re civiya.

Hêzên Tevgera Talîbanê, hîn berê xwe nedane wîlayeta Pencşîr ku Ehmed Mesûd, kurê Ehmed Şah Mesûd ê ku bi nasnavê "Şêrê Pencşîr" tê nasîn, li wir niştecî ye.

Bernard Henri Levy, weke danerê nexşeya "Bihara Erebî" tê binavkirin.

Levy herwiha bi dijayetîkirina Îslamiyên tundrew tê nasîn û beriya niha helmeta medyayî li dijî Muamer Qeddafî û Beşar Esed encam daye.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand