FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e

.

Malpera Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA), pesnê Şêrê Kurdan Denîz Undavê stêrkê Tîma Neteweyî ya Almanyayê da.

Malpera Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA) li ser malpera xwe ya fermî raporek li ser Denîz Undav belav kir.

FIFAyê di raporê de got:

"Undav yedekekî super e. Wî tiştek ji Almanyayê re aniye ku di Kupayên Cîhanê yên 2018 û 2022yan de nebû û di qonaxa yekem de hatin derxistin.

Niha pirsa hemûyan ew e, gelo Undav dê wan neçar bike ku di maça sêyem de wekî lîstikvanê sereke bilîze yan Nagelsmann dê wî her li ser kursiyê yêdekan deyne."

FIFAyê destnîşan kir ku gelek sedem hene ji bo ku Undav hêjayî pêkhateya sereke be û li pey çû:

"Avêtina 3 golan a di 2 maçên Kupaya Cîhanê de û avêtina 9 golan a di 11 maçan de ji bo Almanyayê beşek ji wan sedeman in lê sedemeke bihêz jî heye ji bo ku dîsa wekî yedek dest pê bike.

Nagelsmann her tim tekez dike ku wî 'roleke diyarkirî' ji bo hemû lîstikvanên xwe daniye.

Undav jî gelekî baş di rola yedekê bibandor de cih girtiye."

"Kurê dê û bavekî Kurd e"

Malpera FIFAyê diyar kir, "Undav kurê dayîk û bavekî Kurd e" û ev agahî dan:

"Sezona borî di 46 maçên fermî de ji bo Stuttgartê 25 gol avêtin û 14 asîst kirin.

Destkeftiya wî ya herî mezin a bi wê tîmê re, birina Kupaya Almanyayê ya 2025an bû."

Federasyona Futbolê ya Cîhanê anî ziman:

"Dibe ku hîn dem mabe ji bo ku Undav ahenga serkeftinê di şampiyoniyeke mezintir de bigerîne.

Ew 19ê Tîrmehê ku tam roja maça fînalê ya Kupaya Cîhanê ye dibe 30 salî.

Çi diyarî ji wê baştir dibe ku navê xwe li stadyuma New York New Jerseyê ji devê alîgirên Almanyayê bibihîse?"

Bûye lîstikvanê vebijêrk ê alîgiran

Undav di demeke kurt de bûye lîstikvanê vebijêrk ê alîgirên Almanyayê, tam wekî Lukas Podolski.

Di hevpeyvînan de her tim eşkere, aram û rastgo ye.

Ew xwe û futbolê gelekî cidî û giran wernagire. Tenê dixwaze biçe nav qadê, bilîze û golan biavêje.

Undav di Kupaya Cîhanê de 2 maç wekî lîstikvanê yedek lîstine, di wan du maçan de 2 gol avêtine û 2 asîst kirine.

Niha yek ji stêrkên herî diyar ên Kupaya Cîhanê ye.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan