Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Bexdayê bi gelek berpirsên Îraqî re civiya.
Fîdan ragihand ku wî bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz re li ser pêngavên çekdanîna komên çekdar ên li Îraqê û hevkariya ewlehiyê guftûgo kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan doh çû Bexdaya paytexta Îraqê.
Armanca serdanê beşdarbûna Civîna Konseya Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî bû.
Fîdan li ser ziayret û civînên xwe yên li Bexdayê ji Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê re axivî.
Wî diyar kir ku civînên wan gelekî baş û berhemdar bûne.
Hakan Fîdan da zanîn ku wî destpêkê bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedir Ebdulatî re hevdîtin kiriye.
Piştre Tirkiyeyê Serokatiya Konseya Rêxistina Hevkariya Îslamî radestî Îraqê kir.
Ev serokatî salek û nîv bû ku ji aliyê Tirkiyeyê ve dihat birêvebirin.
Hevdîtina bi Elî Zeydî re
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di çarçoveya civînê de bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re jî civiya.
Fîdan li ser vê civînê got, "Vîzyoneke gelekî cidî ya birêz Zeydî heye ji bo pêşxistina pêwendiyên bi Tirkiyeyê re. Em bandora erênî û avaker a vê vîzyonê di polîtîkayên Îraqê de jî dibînin."
Fîdan bal kişand ser destnîşankirina pirsgirêkên li Îraqê.
Wî anî zimên ku îradeyeke pir xurt heye da ku ji bo çareseriyê gavên pratîk bên avêtin.
Li gorî gotina Hakan Fîdan, di civîna bi Serokwezîrê Îraqê re gelek mijar hatine nîqaşkirin.
Pirsên enerjî, binesazî, Projeya Rêya Bipêşketinê, hevkariya parastin û ewlehiyê, rûbirûbûna terorê û mijara Şingalê bûn mijarên sereke.
Fîdan hêvî kir ku ev pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyê werin çareserkirin.
Mijara çekdanîna komên çekdar
Hakan Fîdan diyar kir ku ew bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz re jî civiyaye.
Fîdan ragihand ku ji dema serokatiya wî ya Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê ve pêwendiyeke wî ya berdewam bi Feyaz re heye.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ev agahî dan:
"Me derfet dît ku em rewşa niha ya Heşdî Şebiyê, rewşa herêmê û gavên ji bo çekdanîna komên çekdar ên li Îraqê binirxînin. Her wiha me li ser pêwendiyên Tirkiye û Îraqê û mijara ewlehiyê jî guftûgo kir."
Fîdan ragihand ku wî bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re jî rewşa giştî ya siyasî nirxandiye.
Her wiha bi Serokê Civata Nûneran a Îraqê Heybet Helbûsî re pêwendiyên dualî û yasayên di rojeva Parlamentoyê de hatine axaftin.
Bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Ebbûdî re jî hevkariyên ewlehiyê hatine gotûbêjkirin.
Civîna bi Eniya Tirkmenî re
Hakan Fîdan her wiha bi Wezîrê Dewletê yê Îraqê û Serokê Eniya Tirkmenî ya Îraqê Mihemed Seman Axa re jî hevdîtin kir.
Fîdan got ku diyarkirina wezîrekî ji Eniya Tirkmenî gelekî girîng bû.
Ji ber vê yekê wan spasiya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokê Parlamentoyê Helbûsî kiriye.
Fîdan li ser vê yekê jî got, "Tirkmen beşekî dilsoz û avaker ê dewleta Îraqê ne. Parastina nasnameya wan xwedî girîngiyeke sereke ye."
Fîdan di dawiya axaftina xwe de li ser piştgiriya Tirkiyeyê tekez kir û got:
"Serokkomarê me û Tirkiye piştgiriyê didin van polîtîkayên avaker ên Îraqê. Ji bo nehiştina zehmetiyên dîroka nêzîk ên ku bandor li civaka Îraqê kirine, Tirkiye dê tevahiya rola xwe ya avaker pêk bîne." (RN)