Festîvala Siyaçemaneyê hat lidarxistin: ‘Xizmeteke kevnar e’

,

Li salona Fermangeha Çand û Hunerê ya bajarê Sewlawaya Rojhilatê Kurdistanê, Festîvala Siyaçemaneyê hat lidarxistin.

Siyaçemanebêjê navdar ê Kurd Osman Hewramî yek ji beşdaran bû.

Hejmareke berbiçav a xelkê beşdarî festîvalê bûn û 11 siyaçemanebêjên navdar ku di nav de Osman Hewramî, Elî Gulpî, Eta Zelmî û Îbrahîm Serwer jî hebûn amade bûn.

Siyaçemane cureyekî strana Kurdî ye ku xwedî dîrokeke kevnar e û taybet e bi herêma Hewramanê. Wekî Horeyê, bêyî amûrên muzîkê tê gotin.

Mijarên sereke yên helbestên vî cureyê stranê bi piranî evînî, irfanî û niştimanperwerî ne.

“Xizmeteke kevnar e”

Nivîskarê ji herêma Hewramanê Îbrahîm Meykelî derbarê festîvalê got:

"Mirovên mezin ên wekî Mamoste Osman, Mamosta Hisên, Mamosta Şefî ked daye.

Ev jî ji bo xizmeta Hewraman û Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî Siyaçemaneyê ye. 

Bi rastî eger tu behs bikî, heta hetayê diyar e."

Festîval ji aliyê Encûmena Rojyarê û rêxistin û çalakvanên çandî yên Hewramanê ve hatibû organîzekirin.

Armanca lidarxistina festîvalê bipêşxistina hunera strana Siyaçemaneyê, parastina wê wekî çandeke zindî ya Kurdewariyê, naskirina nifşê nû bi Siyaçemaneyê re, derfetdayîna ji bo siyaçemanebêjên ciwan û nirxandina wan bû.

Hunermend Ferîd Ebasî derbarê hunera Siyaçemaneyê ji Rûdawê re got:

"Siyaçemane xizmeteke kevnar e, mirov dikare bibêje vedigere serdema bav û bapîrên me.

Lê mixabin ji ber bandora medyaya civakî û muzîka Rojavayî nirxê wê kêm bûye.

Em dikarin destê wan kesên ku di van waran de kar dikin maç bikin.

Ez bi xwe wekî çalakvanekî çandî, tim destê wan kesên ku di warê şimşal, siyaçemane û stranên folklorîk de kar dikin, maç dikim."

Di festîvalê de di sê beşên cuda û li gorî temen de, berhem hatin pêşkêşkirin.

Çalakvanê çandî yê ji Merîwanê Celal Rawend jî di festîvalê de amade bû û anî ziman:

"Xweşbextane hevdîtineke tijî û berfireh bû û gelek kes amade bûn, nêzîkî 11 kesî amade ne, yên herî diyar Mamoste Osman Hewramî, Mamosta Elî Gulpî, Mamosta Eta Zelmî û Îbrahîm Serwer in."

Rêkxerên Festîvala Siyaçemaneyê ya Sewlawayê ragihand ku ev festîval dê salane were lidarxistin û budce jê re were terxankirin da ku bi awayekî baştir were birêvebirin.

Di dawiya festîvalê de, rêz li gelek hunermendên Siyaçemanebêj û kesayetiyên hunerî û çandî yên herêma Hewramanê hat girtin û ew hatin xelatkirin.


Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê di salvegera 88mîn de Seyid Riza bibîranî
ALMANYA - Ferhat Unvar nayê jibîrkirin
Ekonomîst: Îsraîl vê carê êrîs bike wê rejîma Îranê biguherîne
Amerîka sîstemeke leşkerî ya bêtêl bi nirxê 100 milyon dolarî difiroşe Iraqê
Hakan Fîdan û Barrack civiyan