Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê dest pê kir

.

Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi dirûşma “Sînema ji Dilê Cihêrengiyê: Bîr, Berxwedan, Vîzyon” dest pê kir.

Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî ya Hamburgê  doh dest pê kir û dê heta 23yê Çiriya Paşîn a 2025an bidome.

Di festîvalê de 21 fîlm dê bên nîşandan û mêvanê rûmetê jî derhênerê Kurd Çayan Demîrel e.

Vekirin bi resîtala Tembûrê û çîroka keçeke Êzidî ye.

Galaya vekirina festîvalê, bi performanseke zindî ya hosteyê tembûrê Cemîl Qoçgîrî dest pê kir.

Piştî performansa muzîkê, fîlma "The Virgin and Child" a Berîvan Binevşê hat nîşanndan ku behsa têkoşîna jiyanê ya keçeke Kurd a Êzidî dike.

Mêvanê rûmetê Çayan Demîrel e

Komîteya festîvalê îsal biryar da ku derhênerê Kurd Çayan Demîrel diyar kiriye ku bi belgefîlmên xwe yên siyasî tê naskirin.

Komîteyê ragihand ku wan Demîrel ji bo "xebatên wî yên ku wêrekî, lêgerîna heqîqetê û pêbendiya civakî digihînin hev" mêvanê rûmetê hilbijartiye,

"Em derfetê didin dengên ku tên bêdengkirin"

Komîte Birêvebiriyê ya Festîvalê vîzyona festîvalê wiha rave kir:

“Sînemaya Kurdî ji amûrekê wêdetir e, ew cihê berxwedan, jiyan û hêviyê ye.

Ew çîrokên ku divê neyên jibîrkirin vedibêje û derfetê dide wan dengên ku hewl tê dayîn bên bêdengkirin.

Ev der cihê hevdîtina çand, nifş û nêrînên cuda ye. Em di navbera rabirdû û paşerojê de piran ava dikin."

21 fîlm dê bên nîşandan

Berpirsê Medyayê yê Festîvalê Rewend Cewad ji Rûdawê re got ku di bernameyê de bi giştî 21 fîlm (3 metrajdirêj, 12 belgefîlm û 6 kurtefîlm) ên ji Kurdistan û dîasporayê hatine hilbijartin, cih digirin.

Jurî û xelat

Derhênerê navdar ê ji Başûrê Kurdistanê Sehîm Omer Xelîfe serokatiya juriyê dike.

Derhêner Kazim Oz û lîstikvan Zubeyde Bulut jî di juriyê de cih digirin.

Di beşa pêşbirkê de, ji bo kategoriyên "Fîlma Kurdî ya Herî Baş" û "Belgefîlma Kurdî ya Herî Baş" dê ji bo serketiyan her yekî 1000 euro xelat bê dayîn.

Festîvala dê heta 23yê Çiriya Paşîn sînemahezan li Hamburgê pêşwazî bike ku ji aliyê "Kurd Art" û "Mut Theater"ê ve tê organîzekirin.

Hûn dikarin bi lînka jêrîn bigihîjin bernameya festîvalê: 

https://hkff.info/

Kurdistan Haberleri

Hêvîn Silêman: Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hîn jî 4 xalên kontrolê mane
Hoşyar Zêbarî: Dibe ku hilbijartinên pêşwext werin kirin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk rewşa siyasî ya li Bakûrê Kurdistanê dinirxîne
TAYBET - Komîsyona Ewropayê: Yek ji mercên endamtiya Tirkiyeyê berdana Demîrtaş e
Îraq ji Rebîayê heta Pêşabûrê dîwar lê dike