Fermandarekî Pêşmerge weke Balyozê aştiya navdewletî li ser asta cîhanê hat diyarkirin

.

Encûmena Navdewletî ya Aştî û Bergirî li Mafên Mirov Fermandarê Pêşmerge Emîd Salih Mewlûd Gerdî weke balyozê nawdewletiyê aştiyê li ser asta cîhanê bo sala 2021ê hat diyarkirin.

Wezareta Pêşmerge ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Facebookê ragihand; ‘’Emîd Salih Mewlûd Gerdî ku efserê hemahengiyê di navbera Wezareta Pêşmerge û Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Serokayetiya Encûmena Wezîran navborî di demekê de ji ber helwêsta xebatgêrî malbata xwe ji aliyê rejîma Beasê hatibûn zîndanî kirin. Sala 1962an di Gîrtîgeha Qişleya Hewlêrê ji dayik bûye û salên dirêj Pêşmerge xizmetê ji bo gel û nîştîman dike.’’

Herwiha hatiye ragihandin, Emîd Salih, piştî beşdarî di kongreya aştî û navdewletî ya sala 2020an kiriye û daxwaza pêşkeşkirina babetekê derbarê komkujiya neteweyî û ayînî di wê kongreye de, dibe cihê serincê endamên serperiştiyarê kongreyê piştre weke balyozê navdewletî yê aştiyê li ser asta cîhanê ji bo sala 2021ê hat diyarkirin. Ev yek destkefteke manewî û yasayî ye ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê û kesayetiya vî  fermandarê Wezareta Pêşmerge.’’

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin