Fermandarekî Pêşmerge li Zanîngeha Leşkerî ya Amerîkayê master xwend

.

 Fermandarê Pêşmerge Rayd Arî Ekrem Elî wekî yekem fermandarê Kurd li Zanîngeha Leşkerî ya Amerîkayê dîplomaya masterê stand.

Rayd Arî Ekrem Elî diyar kir ku ew dixwaze xizmetê bide hêzên Pêşmerge.

Rayd Arî Ekrem Elî 7ê Hezîranê dîplomaya xwe stand û ji Zanîngeha Leşkerî ya Amerîkayê mezûn bû.

Rayd Arî Ekrem Elî li ser xwendina xwe ji Rûdawê re axivî û wiha got:

“Ez wekî fermandarê Pêşmerge yekem kes im ku li koleja Leşkerî ya Zanîngeha Amerîkayê dixwînim û dîplomayê dîstînim.

Mastera min li ser lêkolînên operasyonan bû. Ez dê xizmeta Pêşmergeyan bikim.

Ji bo xwendinê hat şandin

Piştî pêwendiyên dûr û dirêj ên salan ên Amerîka û Herêma Kurdistanê ev yekem pêşniyar bû û ez ji bo xwendinê hatim şandin.”

Rayd Arî Ekrem Elî sala 1987an li Kerkûkê ji dayik bûye û 2009an li bajarê Qelaçolanê lîsans qedandiye.

Wezareta Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Rayd Arî Ekrem Elî Nîsanê sala 2023yan şand Amerîkayê.

Rayd Arî Ekrem Elî herwiha li Koleja Fermandarî û Serfermandariya Giştî ya Zanîngeha Artêşê ya Amerîkayê xwendiye.

Li gorî zanyariyên Rayd Arî Ekrem li zanîngehê 2 beşên masterê hene.

Yek li ser zanyariyên leşkerî ne û yek jî li ser lêkolînên operasyonan e û wî di beşa duyem de mastera xwe kiriye.

Koleja Fermandarî û Serfermandariya Giştî ya Zanîngeha Artêşê ya Amerîkayê li ser çend polan hatiye dabeşkirin, di her polekê de 15 Amerîkî û yek an du efserên biyanî hene.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin