Fermandarê CENTCOMê de Brad Cooper di peyameke vîdyoyî de li ser platforma "X"ê ragihand, dorpêça deryayî derbeyeke mezin li aboriya Îranê daye û nêzîkî 25 milyar dolar zirar gihandiye dahatên wê yên petrolê. Cooper herwiha destnîşan kir ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ligel Wezareta Xezîneyê di hefteyên dawî de karîne dest deynin ser 350 milyon dolar serweta Îranê ku bi şêweyê pereyên dîjîtal (krîpto) dihatin parastin.
Brad Cooper da zanîn jî, komên çekdar ên mîna Hizbullah, Hemas û mîlîsên Îraqê bi salan alîkariyên darayî ji Supaya Pasdaran wergirtine, lê piştî neh mehên şer û zêdebûna fişaran, niha ji wan koman tê xwastin ku wan pereyan vegerînin.
Wî fermandarê CENTCOMê got: "Fişara aborî ya li ser saziya leşkerî ya Îranê gihiştiye asteke gelekî bilind; li gorî raportan, komên çekdar ên navçeyê mûçeyên mîlîsên xwe dibirin, daku wan pereyan ji Pasdaran re bişînin, çimkî Pasdar bi xwe jî di dabînkirina mûçeyên hêzên xwe de tûşî astengiyên giran bûne."
Cooper bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Îranê mûçe, paşkeft û tevahiya mafên darayî yên karmendên kerta giştî—di nav wan de endamên hêzên ewlekariya navxweyî û endamên Supaya Pasdaran jî—ragirtine.
Di dawiya peyama xwe de, Brad Cooper zêdebûna berçav a êrîşên Îranê yên li dijî keştiyên bazirganiyê li Tengava Hurmizê nirxand û diyar kir ku ev tevger nîşaneya belavbûna rewşeke bêhêvîtî û bêçareyiyê ye di nava refên Supaya Pasdaran de. (K24)