Fermandarê Cendirmeyan Afyonê Amedspor kir hedef

.

Fermandarê Cendirmeyan ê bajarê Afyonê Yilmaz Kirgel berî lîstika futbolê ku biryar e îşev di navbera Amedspor û Afyonspor bêlîstin, bi zimanek tund Amedspor kir hedef û got: “Piştî terora ku me li Mêrsînê qewîmî, tişta di dilê min de heye dixwazim bibêjim: Dixwazim encam 5-0 be. Hûn wan bipelixînin û ji wan bibin, em dê wan ji vir bişînin.”

Fermandarê Cendirmeyên bajarê Afyonê Yilmaz Kirgel duh bi rêvebir, lîstikvan û komîteya teknîkî ya Afyonsporê re hat cem hev û piştre daxuyanî da.

Yilmaz Kirgel behsa êrişa PKKê ya li Mêrsinê kir û got ku teqez divê Afyonspor bi serbikev û wiha pê de çû: “Dilê me bi were ye, karê we lîstina futbolê ye. Bi rastî hûn wê gelek baş dikin. Ya dimîne jî ji mere bihêlin. Pêwîstiya Afyonê bi serkeftinê heye. Bitaybet piştî êrişa terorîstî ya Mêrsînê ew tişta ku di dilê min re derbas dibe dixwazim dibêjim, hûn bi encama 5-0 wan biperçiqînin û ji wan bibin û em dê bi wî awayî wan ji vir bişînin. Weke min gotî ya dimîne jî ji mere bihêlin.”

Fermandarê Cendirmeyan ê bajarê Afyonê ku Amedsporê dike armanc li ser hesabên twitter hatin belavkirin û bû sedema nerazîbûna hejmareke zêde ya alîgirên Amedsporê.

Kurdistan Haberleri

Rola wergerandinê di pêşxistina zimanê kurdî de - Salih Cefer *
Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye
12 rufatên kurdên Êzidî radestî malbatên wan tên kirin
Hevserokê MSDê: Projeya me ne federalîzm lê ne-navendî ye
Serokê DÎSÎDERê: Aştiya civakî garantiya aborî ye