Şîrovekarê siyasî û akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn ragihand ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer amade ye nenavendîbûna Rojavayê Kurdistanê qebûl bike.
Sedûn eşkere kir ku piştî dan û standinên berdewam û zextên navneteweyî, Şam neçar maye ku li ser nenavendîbûnê gotûbêjan bike û amade ye ku "taybetmendiyekê" ji bo herêmên Kurdan qebûl bike.
Dr. Ferîd Sedûn her wiha da zanîn ku hevdîtinên di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser hemû astan didomin.
Şîrovekarê siyasî û akademîsyenê Kurd Dr. Ferîd Sedûn bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser dan û standinên di navbera HSD û hikûmeta Şamê de bersivandin.
"Hikûmeta Şamê neçar ma"
Akademîsyenê Kurd Sedûn diyar kir ku ew ji berdewamiya hevdîtinên HSD, Rêveberiya Xweser û Heyeta Tehrîr el-Şamê geşbîn e û got ku ev civîn nehatine birîn û dê bigihêjin encamê.
Şîrovekarê Kurd Sedûn anî zimên ku hikûmeta Şamê berê tiştên girêdayî nenavendîbûnê red dikir û dixwest Sûriye navendî bimîne lê piştî dan û standinên bi Amerîka, Tirkiye û welatên Kendavê re ew niha dixwazin bi pêş bikevin û nehêlin Sûriye perçe bibe.
Dr. Ferîd Sedûn bal kişand ser girîngiya herêmên di bin kontrola HSDyê de û got:
“Rojava û bakurê Sûriyeyê dikevin bin kontrola HSDyê, yanî devereke gelekî girîng e ji Sûriyey re.
Ji ber ku petrol û genim ji wir tê, yanî ji aliyê aborî, siyasî, leşkerî û ewlehiyê ve ev hemû girêdayî hevdîtinên li gel HSDyê ne.
HSD li Sûriyeyê wekî hêzeke sereke tê dîtin û belkî ji hêza Heyeta Tehrîr El Şamê jî xurtir û girîngtir be. Ji ber wê yekê ew careke din bi israra li ser nenavendiya Sûriyeyê razî dibin.”
"Saziyên Rêveberiya Xweser dê bên naskirin"
Akademîsyenê Kurd Dr. Ferîd Sedûn eşkere kir ku piştî hevdîtinan, Ehmed Şer bi xwe jî aniye zimên ku ew amade ne taybetmendiyeke ji bo HSD û deverên Kurdan qebûl bikin.
Dr. Sedûn behsa paşeroja saziyên ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî kir û got:
“Di encama hevdîtinan de, Rêveberiya Xweser dê xwedî statuyeke taybet be. Ev statu dê di çarçoveya Sûriyeyeke nenavendî de cih bigire.
Her wiha, dê pênaseya saziyên abori, civakî, perwerde, birêveberî û xizmetguzariyê jî bên diyarkirin.
Serokê Sûriyeyê bi devkî gotiye ku ew amade ye vê yekê di destûrê de jî qebûl bike.”
Dibe ku navên HSD û Sûriyeyê bên guhertin
Li ser pirsa ka gelo dê peyva "Erebî" ji navê Komara Erebî ya Sûriyeyê bê rakirin an jî Dr. Sedûn got ku li gorî agahiyan, dibe ku navê welat tenê wekî "Komara Sûriyeyê" yan "Dewleta Sûriyeyê" bimîne û ev ne mijareke sereke ye.
Ferîd Sedûn, her wiha li ser paşeroja HSDyê jî axivî û wiha domand:
“Heta navê hêzên leşkerî jî wê bên guhertin. Navê wê nebe HSD, belkî wekî feyleq an firqe be û wekî ku General Mezlûm Ebdî jî gotibû, belkî endamên wê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin û ew firqe bi navê yekîneyên dijî-terorê bimîne.
Dê ew jî di bin kontrola Kurdan de be û dê hevahengiya wê bi Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê re jî hebe. Her wiha ew hêz dê bi awayekî fermî pêwendiyên wê bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re hebe.”
Piştî lihevkirina leşkerî dê heyeteke hevbeş a Kurdî dan û standinan bike
Dr. Ferîd Sedûn da zanîn ku dan û standinên heta niha bi giranî li ser mijarên leşkerî û ewlehiyê bûne û ev pêvajo dê bi du gavan bi pêş ve biçe û got,“Gava yekem ew e ku di navbera HSD û Şamê de xal û bendên sereke bên nivîsandin.
Gava duyemîn jî ew e ku komîteyên pispor ên leşkerî, ewlehî, aborî û perwerdehiyê dê li ser hûrgiliyên van xalan bixebitin.”
Sedûn tekez kir ku mijara herî girîng a ku divê bi lez were çareserkirin, rewşa leşkerî û tevlîbûna HSDyê ya di nav artêşa Sûriyeyê de ye.
Piştî vê yekê dê heyeteke hevbeş a Kurdî li ser mafên Kurdan û taybetmendiya deverên Kurdî dan û standinan bike.
Rûdaw