Ferhat Tunç ji malbat û zarokên Kurd dixwaze dersa Kurdî hilbijêrin

.

Hunermendê Kurd ê xelkê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Ferhat Tunç bi belavkirina peyamekê piştgiriya xwe bo dersa Kurdî anî ziman.

Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Pêwiste malbatên serî li rêveberiyên dibistanan  bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.

Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend, zimanzan û kesayetên naskirî û rêxistinên Kurdî jî piştevaniya xwe nîşan didin.

Hunermend Ferhat Tunç jî bi peyamekê beşdarî kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî bû û bang li malbatên Kurd kir.

Ferhat Tunç li ser medyaya civakî bi peyamekê ku bi zaravayê Kirmanckî belav kiriye û dibêje: "Ji bo parastina zimanê dayîkê bila zarokên me zimanê Kurdî hilbijêrin."

Tunç herwiha ji malbat û zarokan daxwaz dike ku di dersa bijar de dê serlêdan heta 10ê Sibatê berdewam bin û dersa Kurdî zaraveyên Kurmancî û Kirmanckî hilbijêrin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye