Hevserokê Rêveberiya Xweser li Kobanê Ferhan Hac Îsa ragihand, komên çekdar ên ku bajarê Kobanî dorpêç kirine, li gundewarên bajêr dest bi talanî, dizî û binpêkirinên giran li dijî mal û milkên welatiyan kirine.
Ferhan Hac Îsa ji Kurdistan24ê re behsa rewşa giran a li gundên Kobanê kir û got: "Komên çekdar ên ku xwe wekî artêşa niştimanî ya Sûriyeyê bi nav dikin, bajarê Kobanê dorpêç dikin û li gundên derdora Kobanê dest bi dizî û talanê kirine. Ew malên welatiyan vala dikin û tiştên wan bi zorê dibin. Ev dizî û talanî roj bi roj berfirehtir dibe û zexteke mezin li ser gelê me heye."
Hac Îsa bal kişand ser wê yekê ku tevî dorpêça giran a li ser bajêr, ev binpêkirinên komên çekdar rewşa mirovî ya gel hîn xerabtir dikin.
Bajarê Kobanî ev 35 roj in ji aliyê komên çekdar ên girêdayî "Hikûmeta Veguhastî ya Sûriyeyê" ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber vê yekê, rê nayê dayîn ku xwarin, derman û sotemenî derbasî bajêr bibin. Kobanî niha ne tenê niştecihên xwe, lê belê zêdetirî 200 hezar koçberên ku ji ber şerê li Tebqa, Reqa û Helebê reviyane jî dihewîne, ku ev yek barê li ser bajêr hîn girantir dike.
Hevdem ligel van binpêkirinan, duh 23ê Sibatê şandeyeke Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) bi hevkariya Heyva Sor a Sûrî serdana bajarê Kobanî kir. Ev serdan hevdem bû ligel gihîştina karwaneke alîkariyên mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) ku kelûpelên xwarin û dermanan li xwe digire.
(K24)