Ferhad Etrûşî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin

.

 Ferhad Etrûşî bi piraniya dengan wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.

Ferhad Etrûşî îro (Sêşem, 30.12.2025) bi piraniya dengên endamên Parlamentoya Iraqê wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.

Dengdan bi vî rengî bû:

Ferhad Etrûşî: 178 deng

Rêbwar Kerîm: 104 deng

Ferhad Etrûşî kî ye?

Ferhad Emîn Selîm Etrûşî.

Li sala 1976ê li Dihokê hatiye ser dinyayê.

Ji sala 2010ê heta 2014ê, endamê Parlamentoya Iraqê bû.

Ji sala 2014ê heta 2020ê, Parêzgarê Dihokê bû.

Li parêzgeha Dihokê Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.

K24

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin