Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî bi hevkariya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di 1ê Cotmeha 2026an de, kursên fêrbûna zimanê kurdî yên online bi awayekî bêpere dide destpêkirin. Bi hezaran xwendekar dê ji van perwerdeyan sûd werbigirin.
Berpirsê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Mem Dogala derbarê projeyê de ji Kurdistan24ê re axivî û ragihand, wane ji aliyê karmend û mamosteyên pispor ên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ve tên dayîn. Dogala herwiha aşkere kir ku li dawiya kursan, Wezareta Perwerdeyê bawernameyên fermî dide hemû xwendekarên serkeftî.
Li gorî Mem Dogala, kursên Kurdî li ser 4 astan hatine dabeşkirin û xwendekar dikarin bi rêya lînka ku ji aliyê federasyonê ve hatiye ragihandin serlêdana xwe bikin. Di perwerdeyan de zaravayên Soranî, Badînî û Kurmancî tên dayîn.
Mem Dogala bal kişand ser hemû zaravayên kurdî û wiha got: "Dema ku daxwaz û serlêdan hebin, em waneyan li ser hemû zaravayên kurdî didin. Di vê çarçoveyê de pêwendiyên me ligel saziyên zazakîaxêv hene û em dikarin di rojên pêş de kursên kirmanckî/zazakî jî vekin. Armanca me ew e ku em xizmetê ji hemû zaravayên zimanê kurdî re bikin."
Dogala destnîşan kir, armanca wan ew e li her cihekî cîhanê yê ku Kurd lê hebin xwe bigihînin wan. Herwiha aşkere kir ku serlêdan tenê ji aliyê Kurdan ve nîne, belkî hejmarek welatiyên Ewropî û Ereb jî ji bo fêrbûna zimanê kurdî serlêdan kirine û beşdarî van kursan bûne.
Ji xeynî perwerdeyên online, li dîasporayê 38 dibistanên fermî yên Federasyona Zimanê Kurdî hene ku zimanê kurdî lê tê hînkirin, herwiha xebatên ji bo damezrandina çendîn dibistanên din jî didomin.
Federasyona Zimanê Kurdî di 6ê Tîrmeha 2024an de di bin sîwana Konfederasyona Revenda Kurdistanî de hatiye damezrandin û wek pirekê di navbera Kurdên dîasporayê û welat de xizmeta parastin û pêşxistina zimanê kurdî dike.
(K24)