Federasyona Tirk a li Ewrûpayê bi çi mijûl e!

Alîkarî ji aliyê Federasyona Tirk a li Ewrûpayê ji 'Ocaxa Ulkucîyan' ya Meletyayê re hatîye şandin da ew di cejna qurbanê de 110 pez bikirin

Li gor IHAyê 'Ocaxa Ulkuciyan' a bajarê Meletyayê (Bakurê Kurdistanê) pez daye 110 malbatan ku pêdivî pê hebûye ku ew di cejna Qurbanê de şerjêkin.

Alîkarî ji aliyê Federasyona Tirk a li Ewrûpayê ji 'Ocaxa Ulkucîyan' ya Meletyayê re hatîye şandin da ew di cejna qurbanê de 110 pez bikirin û bidin 110 malbatên hewceyî pê heye da di cejna qurbanê de şerjêkin.

Serokê 'Ocaxa Ulkucîyan' a Meletyayê  Fevzî Şahîn ev pez bi destê xwe daye wan malbatan ku pêdivî pê heye û gotîye, Federasyona Tirk li Ewrûpayê ev alîkarî ji wan re kiriye û di demên pêş de jî ew e bi projeyên sosyal alîkarîya xelkê bikin"

Komeleyên 'Ocaxa Ulkucîyan', li ser fikra turkçîtî û neteweperestî li Tirkiyeyê hatine avakirin; li ser partîya MHPê ne.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê