Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Düsseldorfê, Almanya li dar xist

.


Ji gelek bajarên Almanyayê û ji gelek welatên Ewropayê nivîskar û nûnerên dezgehên akademîk û çand û hûnerê beşdarî vê kongrê bûn. Di kongrê de amade bûyina nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Perwerde û Ciwanan jî bi çoşek mezin hat pêşwazî kirin
Axeftina birêz Şifa Barzanî hêviyên nû ji bo avakirina diasporayek bi bandor û xurt zêde kir û bal kişand ser kêmasiyan û girîngiya yekrêzîyê
Di kongrê de ji her çar perçeyên Kurdistanê nivîskar, akademîsyen û nûnerên partiyên kurdistanî bi peyam û axeftinên xwe kongre dewlemendtir kirin.

Kongre bi hûnermend Zûbeyir Salih û du stranên wî yên hêja reng û coşek taybet da kongrê. 
Nivîskar û endamê Meclisa PWK, Siraç Kirici jî beşdarî vê kongrê bû û axeftina xwe pêşkêş komîteya amedekar Sedîq Şernexî kir.
Ev kongre wekî gavêk girîng di rêya rêxistinkirina nivîskarên kurd li diasporayê û xurtkirina çand û edebiyata kurdî de tê nirxandin.

Rupela Nû/Almanya

Kurdistan Haberleri

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): PWKyî Ji Ber Çalakîya Roja Alaya Kurdistanê Têne Darizandin
Piştî bûyera agir li girtîgehê, Mezlûm Ebdî gihîşt Kobaniyê
Nûçegihanê Rûdawê: Li Kobaniyê 9 kesan canê xwe ji dest da
Wezîrê Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên 70 û 80ê bi serkeftî bi dawî hat
Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê çavkaniya hêz û îlhama xebata rizgarîxwaziya gelê me bû