Facebook, Instagram û WhatsApp hesabên Talîbanê qedexe dikin

.

Platforma tora civakî ya Facebookê ragihand ku dê hesabên Talîbanê û naveroka piştgirîkirina Talîbanê, ku ew wekî "rêxistina terorîst" dibîne, qedexe kir.

Berdevkê Facebookê ji BBCê re ragihand ku Talîban li gorî yasayên Amerîkayê wekî “rêxistinek terorîst” tê dîti û li gorî polîtîkayên rêxistinên xeternek, sûdgirtina wê rêxistinê ji kompaniyê hate qedexekirin.

Berdevkê Facebookê diyar kir ku hesabên Talîban yan li ser navê Talîbanê, nûnerên wan dê bêne girtin, û naverok û postên ku pesnê komê didin jî dê werin jêbirin.

Piştî ku Talîban bi awayekî zû Efxanistan xist bin kontrola xwe, kompaniyên teknolojiyê bi pirsên cidî re rû bi rû man ku ka dê çawa nêzîkî rewşê bibinç

Heman Berdevkê Facebookê da zanîn ku ew dê li komek pisporên Efxan re ku bi zimanên herêmî diaxivin û haya wan ji derûdorên herêmî heye, bixebitin  û ji bo çareserkirina pirsgirêkan alîkariyê ji wan werbigirin.

Di beşeke din a axavtina xwe de Berdevk tekez kir ku wan di derbarê naskirina hukûmetan de biryaran nedane, lê ew dê di vê mijarê de "otorotiya civaka navneteweyî" bişopînin.

Bi gotina Berdevkê Facebookê platofomên weke Instagram û WhatsApp wê biryara cîbicî dikin.

Talîban bi salan e ji bo belavkirina peyamên xwe platformên medya civakî bikar tîne.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist