Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye

Ezîz Ozdemîr Serokê Şaxa Batmanê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): "Xwedîderketina li axa Êzidiyan erkê me yê mirovî û wijdanî ye"

Li roja 20.08.2025 an de, Ezîz Ozdemîr Serokê Şaxa Batmanê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di derbarê Êzidiyên li Bakûrê Kurdistanê ku nikarin vegerin gundên xwe û axên wan hatine desteserkirin de daxuyaniyeke girîng da. Ozdemîr bal kişand ser pirsgirêkên ku Êzidî û kêmneteweyên din dijîn û got: "Piştgirîkirina wan kesên ku xwedî li axa xwe derdikevin, erkê me hemûyan yê mirovî û wijdanî ye."

"Rengên me bi metirsiya tûnebûnê re rûbirû man"

Ozdemîr di daxuyaniya xwe de eşkere kir Êzidî bi dirêjahiya dîrokê de êşên mezin kişandine û got: "Dem bi dem li ser axa Kurdên Êzidî û kêmneteweyan de dojehê dane jiyandin. Gund hatin valakirin, dewlemendiyên me hatin tunekirin, çanda me hate xerakirin. Nirxê wijdan û exlaqê nema. Hesreta herî mezin a gelê me yê ku li çar aliyê cîhanê belav bûye, ew bû ku vegere ser axa ku gorên bav û kalên wan lê ne."

Di berdewamiya peyama xwe de, Ozdemîr anî ziman ku tevî vegerên qismî yên di 10-15 salên dawî de dest pê kirine, Êzidiyên ku dixwazin ji nû ve li gundan bi cih bibin, rastî astengiyên ciddî tên û wiha got: "Li bajarên wekî Mêrdîn, Midyad, Şirnex, Batman û Diyarbekirê hewildanên vegerê çêbûn. Lê belê, desteserkirina axê, gef, tehdîd û neheqiyên ku tevî biryarên dadgehê jî didomin, astengiyê ji vegeran re derdixin. Hewldanên ji bo vejandina gundan, tenê li ser milê cangorîtiya çend kesan de dimîne."

Serokê Şaxa Batmanê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê di dawî ya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo Êzidî bi tenê neyên hiştin û ewî vê bangê kiriye û got: "Li gundên Êzidiyan ên Qubînê jî pirsgirêkên bi heman rengî hene. Ji bo ku em ji nû ve jiyanê bidin van axan, divê ne tenê ew, lê em hemû hewl bidin. Ji hêla siyasî, wijdanî û exlaqî ve, pêwîstiya mirovbûnê ew e ku em li cem wan bin. Ev deynek û erkek e ku divê em hemû bidin."

Çavkanî / Werger: Pressin.info

Kurdistan Haberleri

Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin
Şeybanî û şandeyeke Îsraîlê li Parîsê civiyan