”Ez ê weke pêşmergeyekî di têkoşîna xwe de berdewam bim”

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Brazanî postê xwe dihêle û naxwaze ji bo wî yasaya serokatiyê bê guhertin an dema serokatiya wê bê dirêjkirin.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî red dike ku di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de berdewam be û dijatiya xwe jî li gel guherandina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê yan jî dirêjkirina temenê Serokatiya Herêmê aşkere dike.

 Barzanî herwiha daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê jî dike: “Pêwîst e bi zûtirîn dem hûn bicivin, daku velahiya yasayî di erk û desthilatên Serokê Herêmê de çê nebe û ev mijar were çareserkirin.”

Nameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev e

Birêz Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê

Silaveke germ;

Li gorî fermana herêmî ya (128) l 12/7/2017an me daxwaz kir ku helbijartinên serokatiya parlamento û serokatiya herêmî roja 1/11/2017 were lidarxistin. Lê ji ber sedemên siyasî, ewlehî, teknîkî û nebûna namzedan, Komîsyona Bilind a Hilbijartin û rapirsiya amadekarî ji bo encamdana her dû hilbijartina ragirtin.

Roja 24/10/ 2017an Parlamentoya Kurdistanê, hikumeta herêmê û perlemantoyê bo demê dû xulên yasa pejrandinê û dirêj kir.

Sebaret posta serokatiya herêmê piştî roja 1/11/ 2017an" berdewamiya xwe li ser wê post ez ret dikem û nabe yasaya serokatiya herêmê bihê rastvekirin yan jî yê serokatyê were dirêjkirin. Ji ber wê yekê pêwîste bizûtirîn dem civînek li dar bixin ji bo ku valatiyeke yasayî ji erk û desthelatên serokatiya herêmê çênebe û ev mijar bihê çareserkirin.

Ez jî wekî Mesûd Barzanî, wekî Pêşmerge di nava cemawerê gelê me û pêşmergeyên ezîz de, di xebat û tekoşîn xwe de berdewam dibim ji bo bidestxistina mafên rewayên gelê me û parêzvanîkirin ji destkeftên milletê me.

Mesûd Barzanî

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da