"Ew 50 sal e li benda serxwebûna Kurdistanê ye"

Bernard Kouchner: "Ger zagonên navneteweyî nikaribin piştgiriya dozek wekî doza kurd bikin, dive ew bên guherandin"

Wezîrê Derve yê berê yê Fransayê û dostê kurd ê derîn Bernard Kouchner ragihand ku ev 50 sal in li hêviya serxwebûna Kurdistanê ye. Kurd têkoşînê ji bo demokrasî û azadiyê didin. Baştirîn çareserî di rêya serxwebûnê de jî, ji Neteweyên Yekgirtî derbas dibe.

Bernard Kouchner di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ger zagonên navneteweyî nikaribin piştgiriya dozek wekî doza kurd bikin, ew tê wê wateyê ku ew zagon dive bên guherandin. Herî kêm dive ji vî gelî bê pirsîn; tu çi dixwaze? Rêz li vîn a vî gelî bê girtin".

Wezîrê berê yê Fransayê ragihand ku ez hê di xortaniya xwe ve çalakvanek piştgîrê doza kurd bûm. Wê demê li gel nemir Melle Mistefa Barzanî hevûdu dîtine û bûye heyranê vî kesayetiya mezin. sputnik

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê