Europol: Di nav DAIŞê de 31 hezar jinên ducanî hene!

Di destî rêxistina DAIŞê de herî kêm 50 zarokên Birîtanî hene

Rêxistina Polîsên Ewropayê (Europol) ragihand, di destî rêxistina DAIŞê de herî kêm 50 zarokên Birîtanî hene û di nav rêxistinê de “mehra cîhadî” jî zêde bûye.

Li gor rapora Europolê di nav DAIŞê de 31 hezar jinên ducanî hene û rapor tekez dike ku nifşa nû ya rêxistinê gellekî bimetirsidar e.
Herwiha di raporê de hatiye gotin, li Ewropyaê di nav rêxistinê de “mehra cîhadî” jî zêde bûye.

Hat amajekirin ku nifşa nû ya DAIŞê ji bo ewlehiya welatên Ewropyaê gef e û taybetî DAIŞiyên ji Sûriye û Iraqê diçin Ewropa bi hêsanî pereyan ji bo rêxistinê kom dikin.

Europolê diyar kiriye ku 5 hezar hemwelatiyên Ewropayê yên peywendiyên wan bi rêxistinê re hene serdana Iraq û Sûriyê kirine.

 

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê