Esnafên Amedê ji ber germahiyê dikanên xwe girtin

.

Ji ber bilindbûna pileya germahiyê, nêzîkî 100 esnafên navçeya Sûrê ya Amedê biryar da ku du rojan dikanên xwe bigirin.

Berê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî heman biryar hatibû dayîn.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê germahiyê rekor şikandine, esnafên navçeya Sûrê ya Amedê biryareke balkêş da.

Nêzîkî 100 zêringer, xwaringeh û pişegerên din biryar da ku ji ber germahiya zêde du rojan (26 û 27ê Tîrmehê) dikanên xwe bigirin.

Serokê Zêringerên Cadeya Gaziyê ya Sûrê Ozer Sanal derbarê mijarê ji medyaya xwecihî ya Amedê re got:

“Ji bo zêdetir zerer negihe esnafên me û ji ber bilindbûna pileyên germahiyê, me biryar da van du rojan dikanên xwe venekin.

Me ev biryar bi navê nêzîkî 100 esnafan tenê li navçeya Sûrê daye.”

Li heman navçeyê berî niha du xwediyên xwaringehan biryar dabûn ji ber germahiya zêde du rojan restorantên xwe bigirin.

Sê roj in li Amedê pileya germê bi awayekî berçav bilind bûye û wekî 49 pile hatiye tomarkirin.

Pispor hişyariyê didin welatiyan û dibêjin eger pêwîst neke ji malên xwe dernekevin.

Pêla germahiyê parêzgehên Riha, Dîlok, Mêrdîn, Semsûr, Mereş, Êlih, Sêrt, Şirnex, Xarpêt, Dêrsim û Meletiye yên Bakurê Kurdistanê li ber xwe girtine û tê pêşbînîkirin ku îro pileyên germahiyê di navbera 47-50 dereceyan de bin.

Kurdistan Haberleri

Amerîkayê hin cezayên nû li ser Îranê sepandin
42 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas bûn
Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyonê: Divê Kurd li Sûriyeyê bibin hevparekî çalak
Serok Mesûd Barzanî: Heta ku zîhniyeta şovenîst û înkarê hebe Îraq ti carî aram nabe
Qeyûmê Şaredariya Wanê 7 astengdar ji kar derxist