Eskerê Boyîk: Kurd êdî seba ola xwe şer nakin, seba neteweya xwe şer dikin

.

Eskerê Boyîk got, “Em Kurd êdî seba ola xwe şer nakin, em seba neteweya xwe şer dikin. Em şer dikin da dewleta me jî hebe, dewleta Kurdistanê jî hebe.”

Îro li Tiflîsa paytexta Gurcistanê 2yemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê tê lidarxistin.

Konferans bi sernavê "Rola Kurdên Qefqasyayê di Pêvajoya Netewebûnê de" ye û ji 20 welatên cîhanê zêdetirî 100 kesî beşdarî konferansê dibin.

Nivîskarê navdar ê Kurdan Eskerê Boyîk jî beşdarî konferansê dibe û ji Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî re axivî.

“Heta mirov nebe netewe dewlet çênabe”

Eskerê Boyîk bal kişand ser wê yekê ku hestên netewebûnê hîn di nav Kurdan de qels in û got:

“Kula me ya herî çetîn netewebûn e, em hîn bi pakî nebûne netewe. Heta mirov nebe netewe, dewlet çênabe.”

Eskerê Boyîk daxuyand ku Kurd jî di mijara standina mafên xwe de xetabar in û biland:

“Gunehê me jî hebû û gunehê wê dewranê jî hebû, me nikarîbû qewl û qerarên rind ên Sovyetê bi cih bianiya û Kurdistana Sor zû ji destê me çû.

Îranê û Osmaniyan Kurdistan wekî guhera pezê xwe ji xwe re par par dikir lê dîsa bi ser neketin, çi kirin jî Kurdistan neheliya.”

“Em êdî seba ola xwe şer nakin, em seba neteweya xwe şer dikin”

Wî amaje pê kir ku êdî ew dem û dewran hatiye ku Kurd jî ji bo neteweya xwe şer dikin û anî zimên:

“Niha em gihiştineke dewraneke wisa ku netewe çêbûne. Em êdî seba ola xwe şer nakin, em seba neteweya xwe şer dikin.

Em şer dikin da dewleta me jî hebe, dewleta Kurdistanê jî hebe.”

Eskerê Boyîk bi gotina “Bi rastî jî em wekî milet bi qewet in lê em ji hêla siyaseta xwe ve hinekî zeîf in” bal kişand ser kêmasiyên di siyaseta Kurdan de.

 Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî eşkere kir: HSD dê çawa tevlî artêşê bibe?
31 rêxistinan binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê şermezar kirin
Parîs di şokê de ye: Cewherên xanima Napoleon hatin dizîn
David Petraeus: Ji bilî çiyayan, Amerîka jî dostê Kurdan e
EFRÎN - Çekdar zeytûnan didizin, hikûmet bes ‘biryarnameyan’ derdixe