Eskerê Boyîk: Ez, pirtûka Bîranînan ya Aslîka me pîroz dikim…

.

Eskerê Boyîk

Aslîka me, hunermenda me rêyeke dûr û dirêj ya bi xweṣiyan û zehmetiyan va dagirtî derbaz bûye…Bîranînên vê pirtûkê ew rê ne, ku hunermenda me bi zarekî kurmanciyî ṣîrin li ber xwendevanan radixe û wan cihana xweye bi xweṣî, serketin û têkҫûnan ra tijî derbaz dike, tîne heta roja îro.

Gundê Elegezê, maleke tije zarok, bi erf-edetên miletiyê, nava xezaya ҫiyayinê bedew da zarotiya wê derbas bûye, dengbêjiya gelêrîye dewlemend, kilam û dîlanên bedew bi ṣîrê dê ra ketine dilê wê.

Paṣê malbeta wan cîguhestî bajarê Yêrêvanê dibe. Asoyeke dinêzanebûnêye fire ya nû li ber keҫa gund vedibe. Dibistan, Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê, para Rojhilatzaniyê, Radîoya Yêrêvanê beṣa Kurdî jêra dibin rêyên perwerda jiyan, kar û efrandaryê…

Wan sala bi stiranên ashiqê Ermeniyayî mezin Sayat Nova /wergera bi kurmancî/ û „Welatê min Kurdistan e“ navê wê wek stiranbêja xweyê dengê nazik û pêṣîroja ronayî bela dibe.

Paṣê xwebat, zewac, zarok, kar û barên malê tên. Çend sala li welatê Afxanistanê, ciyê cihanêyî heri aloz da dixebite…

Welatê Sovêtê hildisê… Miletҫîtiiya tûnd, bêrengiya civaka meye bindeste qelp serî hildidin… Hunermenda me jî berê xwe dide Ewropayê… Ewropî heta niha jî bawar nakin zulm û zore li dor rewṣenbîrya Kurd ҫêbûyî …

Salên dijwer wê ra jî ҫê dibin…

Ez vê pirtûka bîranînan ya „Welatê me Kurdistan e" bi hewas dixûnim, pîroz dikim. Hûn jî êbixûnin, hêja ye!

Eskerê Boyîk

23.05.2023

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand