Eşîrên Êzîdiyên Şingalê li ser têkçûna rewşa deverê haydariyê didin

.

Eşîrên Êzîdî yên ku li Çiyayê Şingalê dijîn di daxuyaniyeka lezgîn de haydarî li ser têkçûna rewşa ewlehî û tenahiya deverê da û ragihand ku, hin aliyên siyasî, parlamenter û komên çekdar ên girêdayî Heşda Şeibî bizavê dikin ku ajandaya welatên biyanî bi cîh bînin û dixwazin hevsengiyan li Şingalê têk bidin.

Nûnerên Eşîrên Êzîdî di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe ya zêde li ser wan tevgerên gumanbar ên ku li deverê tên dîtin anî ziman û amaje da ku, parlamenterên derveyî pêkhateya Êzîdiyan û çekdarên Heşda Şeibî bi rêya zext û bizavên cuda cuda dixwazin ewlehiya deverê aloz bikin û îradeya xwe li ser xelkê resen ê Şingalê bisepînin.

Ew eşîr bi tundî li dijî her destwerdanekê derketine û ragihandiye ku, ew dê nehêlin hêza çekdarî li ser Çiyayê Şingalê hevkêşeyeka nû biafirîne.

Di wê daxuyaniyê de hat tekezkirin ku, Çiyayê Şingalê ne tenê devereka erdnîgarî ye, belkî sembola parastina ola Êzîdiyan e û di dema jenosîda DAIŞê de yekane penageha wan a dîrokî bû, ji ber vê yekê ew wekî xeteka sor lê dinêrin û nahêlin tu kesek derbazî wê bibe.

Eşîrên Êzîdî ew alî ji îhtîmala serhildana her aloziyekê berpirsyar dîtin, ku careka din bibe sedema awarebûna xelkê deverê.

 (K24)

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin