Ermenistan: ‘F16 ya Tirkiyê, Su-25 a me xist xwar û pîlot mir’, Tirkiyê red kir...  

Ermenistan: ‘F16 ya Tirkiyê, Su-25 a me xist xwar û pîlot mir’, Tirkiyê red kir... 

 

Wezareta Berevaniya Ermenistanê ragihand ku di şerê Qerebaxê de balafireke F16 ya Tirkiyê, balafira wan cureya Su-25 xistiye xwar û pîlot jî miriye. Ev nûçe ji aliyê gelek ajansên cîhanê ve bi awayekî lezgîn hat belavkirin, lê belê Tirkiye red kir ku balafireke Ermenistanê hatiye xistin.

Wezareta Berevaniya Ermenistanê daye xuyakirin ku balafira F16 ya Tirkiyê ji Balafirgeha Gence ya Azerbaycanê rabûye û balafira Ermenistanê ya cure Su-25 xistiye xwar û pîlot jî jiyana xwe ji dest daye.

Ermenistanê got ku Tirkiye bi awayekî rasterast û eşkere destdirêjiyê li Ermenistanê dike.

Piştî daxuyaniya Ermenistanê, Serokê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun red kir ku balafira Ermenistanê hatiye xistin û îdiaya Ermenistanê wekî propagandayeke erzan nîşan da.

Altun got, bila Ermenistan demildest ji axa ku dagir kiriye derkeve.

Herwiha Wezareta Berevaniya Azerbaycanê jî îdiaya xistina balafira Su-25 a Ermenistanê red kir.

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir