Erkê Amerîkayê li Îraqê diguhere

.

 Erkê Amerîkayê li Îraqê diguhere lê vekişîn ne di rojevê de ye.

Li gorî peymane ku sala 2024an di navbera hikûmeta Îraq û Amerîkayê de hatibû îmzekirin, Koalîsyona Navdewletî dê heta 25ê Îlonê dawî li erkê xwe yê leşkerî li Îraqê bîne û piraniya hêzên şerker dê baregehên leşkerî yên Îraqê vala bikin.

Li gorî heman peyamê, beşek ji wan hêzan dê heta Îlona 2026an li Herêma Kurdistanê bimînin ji bo piştgirîkirina çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Biryar e ku piştî vê qonaxê, Amerîka û Îraq peymaneke nû ya ewlehiyê bikin ku tê de pirsgirêka mana hêzên Amerîkayê û pêwendiyên leşkerî yên di navbera Bexda û Washingtonê de bên zelalkirin.

Jeffrey: Dibe ku wekî sala 2011an be

Balyozekî berê yê Amerîkayê li Îraqê jî got ku heke Amerîka û Îraq li ser vekişîna hêzan li hev jî bikin, wekî sala 2011an dê hîn jî beşek ji hêzên Amerîkayê li Îraqê bimînin û ew hêzên ku dimînin, dê heman erkên niha bi cih bînin lê di bin navekî din de.

Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê James Jeffrey got:

“Dibe ku Amerîka ji Îraqê vekişe û dibe ku venekişe lê ji bîr nekin ku heta eger em derkevin jî dibe ku wekî sala 2011an efserên me yên pêwendiyên leşkerî bimînin, ango kesayetiyên leşkerî yên di bin çavdêriya balyozxaneyê de ku piraniya wan karên ku niha dikin, dê bikin.”

Pentagon: Ev ne vekişîn e, guherîna erkê ye

Berpirsekî Pentagonê jî ji Rûdawê re ragihand ku di çarçoveya peymana 2024an de, Amerîka pabendî veguhastina hêzan e lê heta niha tiştek bi navê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê tune ye, belkî tiştê heyî guherîna di erkê hêzên hevpeymanan de ye.

Li derveyî vê qonaxê jî Amerîka û Îraq dê li ser pêwendiyên xwe yên leşkerî û ewlehiyê berdewam bin.

LaHood: Ji Kurdan baştir hevpeymanê me nîne

Her wiha, Kongresmen Darin LaHood ku vê dawiyê Îraq û Herêma Kurdistanê ziyaret kiribû, got:

“Em dixwazin pêwendiyên xwe yên leşkerî bi Îraqê re bidomînin. Nîgeraniyên me derbarê komên çekdar ên Îraqê de hene û di navçeyê de ji Kurdan bihêztir û baştir ti hevpeymaneke me nîne.”

Darin LaHoodê endamê Kongresa Amerîkayê her wiha got, “Bi rastî ez li Hewlêr û Silêmaniyê jî bûm. Eşkere ye ku pêwendiyeke me ya xurt bi Kurdan re heye û em dixwazin wê pêwendiyê bi Amerîkayê re bidomînin.

Em rêzê li armancên wan ên ji bo bidestxistina serwerî û serxwebûnê û tiştê ku ji bo wî têdikoşin, digirin.

Her wiha em nikarin ji bo Amerîkayê hevpeymaneke ji Kurdan bihêztir bibînin.”

Niha beşeke mezin a hêzên Amerîkayê û hevpeymanan li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne û dê heta Îlona 2026an bimînin.

Lê Amerîka dibêje, ev yek ne misoger e ku di Îlona 2026an de ew hêz Başûrê Kurdistanê vala bikin.

Kurdistan Haberleri

Bavê şehîd Jînayê peyamek belav kir
ENKS civiya: Em pabendî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ne
Medya Tirk: DEM tê girtin, Partiya Ocalan tê vekirin
Asayîşa Rojava: Li Reqayê 8 DAIŞî tevî çek û cebilxaneyan hatin girtin
Bi fermana Mesrûr Barzanî erd li ser mamostayên Kerkûkê tê belavkirin