Erkan Polat
Pirsgirêka îro herî mezin a Kurdên Bakur, tenê ne zordestiya dewletê ya domdar e. Bêguman zordestiya dewletê rastiyeke bingehîn e. Lê îro rastiyeke din bi qasî vêya diyar bûye jî heye ku bi heman awayî bandorê li ser siyaseta Kurdan dike: ew jî vesayeta siyasî ya ku tevgerê ji dîroka xwe mîras girtiye.
Bi salan e gelek kes vê pirsê dipirse:
"Çima tevgerek siyasî ya nû çênabe?"
"Çima dengên cuda ku jêberan bişkînin nayên bihîstin?"
Mînak, “çima siyasetmedarekî wek Selahattin Demirtaş ku piştgiriya milyonan kesan sitendiye, nikare rolek siyasî ya bêtir bistîne û bi pêş bixe?
Bersiva van pirsan tenê di zordestiya dewletê de dîtin, dîtina nîvê rastiyê ye.
Nîvê din yê rastiyê, di sîyaseta Kurd de, pergala siyasî ya otorîter û totalîter ku bi salan e li dora Abdullah Öcalan hatiye hûnandin.
Îro Öcalan bi helwestên xwe yên dawîn, ne tenê rêberê dema borî ye. Di heman demê de ew bûye hêzek ku bi piştgiriya dewletê wek astengekî li pêşiya pêşerojê hatiye danîn. Her serhildana siyasî ya bê kontrol, her namzedê rêbertiyê û her pêşniyara stratejîk, di dawiyê de divê ji alî Îmraliyê were pejirandin.
Li gorî min, jibo pêşeroja sîyasesetê nerazîbûna sereke jî divê ji vir dest pê bike.
Pêşeroja gelekî, tevna civakî û guherîna wî çênabe têkeve bin îredeya otorîteya rêberekî yekane. Çimkî ji wê gavê û pê ve, ne tenê siyaseta îroyîn, lê hemû îhtîmalên pêşerojê jî tên rehin girtin.
Îro gelek kes ji Selahattin Demirtaş ê ku gelek kes hez dikin û ji niyeta wî jî guman nakin, hêvîya helwestên tundtir dikin.
Ez bixwe jê vê hêviyê nakim. Bixwaze jî nikare bike. Çimkî sîyasetvanekî dahatuya wî ji alî hêzên hevbeş hatibe dîlgirtin, ne raste ku meriv jê hêvî bike ku feydeyekê bide tevgerek nuh. Hêza ku ji înîsîyatîfa xwe pêve destûr nede kesî din ku otorîta bi pişgirîya dewletê li ser çaranûsa wî bîryarder e, tê hêvîkirin ku yê mohra xwe li serdema nuh xe, ya hatiye lihevkirin û plankirin oto kontrola Îmralî ye. Vê rewşa Demîrtaş derbas dike.
Ev tenê ne pirsgirêka Demirtaş e.
Hemû kadroyên ku dikarin cuda bifikirin, neçar in di bin siya wê siyaseta di rojevê de tevbigerin.
Di dîroka PKK'ê ya rêxistinî de gelek tasfiyekirinên di tarîyê de mane, serwerîya misoger ya seroktî, ne bûyerek di raburdiyê de maye. Ev îro hîna jî serweriya perçeyên bîra sîyasî yên hevbeş dike.
Di van avahiyan de mirov carinan ne ji ber tirsê bêdeng dimînin.
Ji ber ku ew raborîyê zanin û gelek ji wan wê ezmûna bi xwe jiyane û ji ber wê bêdengîyê ku hîna li jiyanê ne bêdeng dimînin.
Ji ber vê yekê, ev bêdengiya ku îro em dibînin, li gorî min ne nîşana yekrêziyê ye.
Ew pêşeroja bi awayekî mixabin, bêdengiya rehin girtinê ye.
Hinek vêya bi "karîzmaya rêber" ya bihêz îfade dike.
Ez vêya wek vesayetek siyasî dibînim.
Rast e; karîzma dikare mirovan li pey xwe bikişîne. Lê gava ku karîzma pêşî li çêbûna serokên piştî xwe bigire, dest bi astengkirina rêbertiyên nû bike, êdî ne pergalê pêşveçûnek dîrokî ye; dibe barekî dîrokî ku ji bo yên din tê karanîn.
Ji ber vê yekê, îro pêdiviya me ya herî zêde ne bi "xilaskerekî nû" ye.
Pêdiviya me bi azadiya civakî û siyasî ye.
Ji ber ku tenê mirov azad nabin.
Pêşeroja gelekî jî azad nabe.
Li gorî min, pirsgirêka siyaseta Kurd ya herî mezin jî ev e:
Mixabin, pêşeroja ku hê nehatiye jiyîn jî, ji niha ve bi tevahî hatiye rehin girtin.
Ev ne tenê ji bo siyaseta Kurd;
Ji bo tevgerên sosyalîst jî derbas dibe.