Erkan Baş: Wê cîgirên Kurd û Elewî yên serokomar Tirkiyê parçe bike

.

Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) Erkan Baş ê ku bi dengê Kurdan hatibû hilbijartin û ketibû parlamentoyê, li ser pêşniyara Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya Cîgirên Serokomar yên Kurd û Elewî dikarin hebin, peyamek belav kir.

Erkan Baş ê ku ji lîsteya DEM Partiyê bi dengê Kurdan hatibû hilbijartin, bersiva daxuyaniya Devlet Bahçelî da û got: "Wê Kurd û Elewî welat parçe bikin."

Baş, li ser pêşniyara Bahçelî ya "Bila du cîgirên serokomar hebin, yek Kurd û yek Elewî be", nerazîbûn nîşan da û wiha got:

"Daxuyaniya ku MHPê bi devê yekemîn daye, ew MHP ya ku bi salan e me bi parçekirina welat tawanbar dike, her cûre daxwaza mafan bi terorê û dabeşkeriyê ve girêdide, bixwe dabeşkerî ye. Ev pêşniyar tê wê wateyê ku prensîba hemwelatîbûna wekhev bi awayekî neveger winda bibe û Tirkiye bibe împaratoriyeke monarşîk.

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin