Êrişî Qada Petrolê ya Sersingê hat kirin

.

Êrişî Qada Petrolê ya Sersingê ya li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê hat kirin.

Li nahiyeya Çemankê ya navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê li Qada Petrolê ya Sersingê teqînek çêbû.

Çavkaniyeke fermî ragihand ku ji ber teqînê ziyanên madî hene lê ti ziyanên canî çênebûne.

Kompanyaya Amerîkî ya Petrolê HKNya ku li qadê dixebite di daxuyaniyekê de piştrast kir ku îro derdora saet 07:00an li Qada Petrolê ya Sersingê teqînek çêbûye.

HKNyê her wiha da zanîn ku lêkolîn li ser sedema teqînê tê kirin û got:

“Heta ku em ji ewlehiyê piştrast dibin û nirxandin temam dibe kar li qadê hatiye rawestandin.”

Kompanyayê diyar kir ku ti karmendên wan birîndar nebûne lê agirê ku ji ber teqînê bi derdorê ketiye hîn nehatiye vemirandin û tîm ji bo kontrolkirina agir dixebitin.

Doh bi şev jî Qada Petrolê ya Xurmeleyê ya stratejîk a li Hewlêrê bi 2 dronan hat hedefgirtin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, di êrişê de ti zererên canî çênebûne.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne