Êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin

.

Êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku beşa LPGyê hatiye bombebarankirin û ti ziyanên canî çênebûne.

Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed diyar kir ku êriş nêzîkî demjimêr 11:30î hatiye kirin.

Karmendên Qada Gazê ya Kormorê dibêjin, heta niha “ti êrişên bi vî rengî” li qadê nehatine kirin.

Li gorî agahiyên Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Mihemed, ew karmendên ku li nêzîkî qadê dimînin, ji tirsa ducarebûna êrişê ji herêmê dûr ketine.

Zengila agahdariyê li qadê lê dide û agir ji qadê bilind dibe.

Hat zanîn ku çend roj berê dron li asmanê herêmê geriyane lê wê demê êrişî qadê nehatibû kirin.

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike