Êrişî Kampa Mexmûrê hat kirin

.

Bi dronan êrişî Kampa Mexmûrê hat kirin.

Alîkarê Berpirsê Ofîsa Qereçûxê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Mexmûrê Reşad Gelalî ji Rûdawê re got:

“Êriş saet 10:15an bi dronan hatiye kirin."

Heta niha li ser xisarên êrişê ti agahî nehatine bidestxistin.

Hêzên ewlehiyê yên li kampê rê nadin ku ti kes here cihê teqînê. 

Tirkiyeyê 10ê vê mehê êrişî Kampa Mexmûrê kiribû û kesekî canê xwe ji dest dabû.

Kampa Mexmûrê

Kampa Mexmûrê (Kampa Şehîd Rustem Cûdî) sala 1998an li quntarên Çiyayê Qereçûxê ji bo penaberên ji Bakurê Kurdistanê hat avakirin.

Li gorî amarên Îdareya Mexmûrê, nêzîkî 10 hezar kesan li kampê dijîn.

Tirkiye îdia dike ku li wê derê ji bo PKKyê kadro tên amadekirin û gelek caran êrişî Kampa Mexmûrê dike.

Kurdistan Haberleri

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em êrişên Dewleta Îranê yên li ser Kurdistanê şermezar dikin
Zalmay Xelîlzad: Hikûmeta Iraqê budceya komên êrîşî Kurdan dikin dabîn dike
Xalîd Ezîzî: Kurd di guhertinên li Îranê de fakterekî sereke ne
Daxûyaniya çalakvanên siyasî, medenî û mafê mirov ên Rojhelatê Kurdistanê
Graham: Rûxîna rejîma Îranê dê ji bo aştiyê bibe deriyek