Êrîşî Baroya Amedê hat kirin

Endamên Baroya Amedê, piştî çalakîya bîranîna Tahîr Elçîyî, rastî êrîşekê hat. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydinî got ne êrîşeke takekesî bes ev êrîş, êrîşeke birêxistinbûyî bû.

Endamên Baroya Amedê wexta çalakîya heftane ya bîranîna Tahîr Elçîyî li dar dixistin ji aliyê kesekî nenas ve rastî êrîşekê hatin.

Di derbarê bûyerê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydinî û endamên lijneya birêvebiriyê li Dadgeha Amedê daxuyanî dan çapemenîyê.

Aydin da zanîn ku kesê ku êrîşî li wan kiriye yek ji xizmê girtîyekî ye ku di greva birçîbûnê de ye. Bi hinceta ku em bi wî girtîyî re mijûl nabin êrîşî wan kiriye. Digel ku parêzerên baroyê xwestiye pê re biaxive bes wî kesî qanî nebûye û êrîş kirîye.

Aydinî da xuyakirin ku ew di vê baweriyê de ne ku ev êrîş ne êrîşeke takekesî bes êrîşeke organîzekirî ye û ew ê gilîdar bibin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin
HSD: Em ê hefteya bê serkeftinê beramber DAIŞê ragehînin