Êrîş li ser baregeheke Amerîkî li Bexdayê hate kirin

.

Bi 4 mûşekên Katyush êrîş li ser baregeha Amerîkî ya li nêzîk Firokxaneya Bexdayê hate kirin.

Baregeha leşkerî “Victoria” ya hêzên Amerîkî li nêzîk Firokxaneyana Navdewletî ya Bexdayê careke din rastî êrîşê hat.

Jêderekî ewlehiyê ji Bexdayê ragihand, berbanga îro 5/1/2022an bi 4 mûşekên Katyush êrîş li ser baregeha Victoria ya Amerîkî li nêzîk Firokxaneya Bexdayê hate kirin.

Wî jêderî diyar kir jî, 3 mûşek bi riya sîstema berevaniya asmanî (c-ram) hatin xistin û mûşeka 4em jî li nêzîkî baregeha Amerîkî ket.

Medyaya nêzîkî grûpên çekdar ên Îraqê diyar kirin, ew mûşek ji taxa Cîhad a nêzîkî bi Firokexaneya Bexdayê ve hatine avêtin û avahiya posta leşkerî ya Artêşa Amerîkî li baregeha "Victoria" kiriye armanc.

Ev êrîş di demekê de, duhî jî baregeha leşkerî “Eyn Esed” ya li Enbarê ya ku hêzên Amerîka lê ne, bi 2 droneyan rastî êrîşê hatibû.

Di du rojên borî de, ev êrîşa sêyemîn e ku li ser baregehên leşkerî yên Amerîkî li Iraqê tên kirin. Ev êrîş hevdem e bi salvegera duyemîn a kuştin Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Muhendis.

Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmehdî Muhendis roja 3/1/2020an li nêzîkî Firokxaneya Bexdayê di êrîşeke Amerîka de hatibûn kuştin.

K24

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand