Li gorî dûvçûna Rûdawê, ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê heta nîvroya îro, bi 222 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di bombebaranan de zererên canî û madî çêbûne.
Li gorî dûvçûna Tora Medyayî ya Rûdawê, bi 192 dron û mûşekan êrişî parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Her wiha li Silêmaniyê bi 24 dron û mûşekan, Dihok bi 4 dronan û Helebce jî bi 2 dronan êriş hatine kirin.
Li gorî amarên ku rêxistineke Amerîkayî ya li Herêma Kurdistanê dane Rûdawê, di êrişan de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 19 kes jî birîndar bûne.
Herî zêde Hewlêr bû hedef
Li gorî dûvçûna Tora Medyayî ya Rûdawê, heta îro sêşemê (10ê Adarê) demjimêr 13:00an ku roja yazdehan a şer e, 192 êrişên dron û mûşekan arasteyî parêzgeha Hewlêrê hatine kirin. Piraniya van êrişan navenda Hewlêrê kiriye armanc.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Piraniya êrişan ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatine têkbirin."
Êrişên li ser Silêmaniyê kêmtir bûn. Li gorî dûvçûna Rûdawê, ji 3yê Adarê ve 24 dron û mûşek hatine avêtin.
Êrişa herî dijwar şeva 7ê Adarê bû ku bajar bi 6 dronan hat bombebarankirin.
Drona dawî jî îro di navbera Qerehencîr û Çemçemalê de hat xistin û ti zererên wê çênebûn.
Li gorî amarên ku Rûdawê dane hev, li parêzgeha Dihokê bi 4 dronan 3 êriş hatine kirin.
Di yek ji van êrişan de şeva 5ê Adarê qada petrolê ya Sersingê hat armanckirin.
Ji ber êrişê hilberîna petrolê ya li wê qadê hat rawestandin.
Li Helebceyê herî kêm êriş hatine kirin. 7ê Adarê bi 2 dronan Çiyayê Şinriyê yê li sînorê parêzgehê hat hedefgirtin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, ev êriş li dijî stûnên pêwendiyê yên şirketên Asiacell û Korek Telecomê hatiye kirin.
Cihên ku hatine bombebarankirin
Navçeyên ku dron û mûşek lê ketine ev in:
Parêzgeha Hewlêrê: Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gezne, Behirke, Enkawa, Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Çoman û Soran.
Parêzgeha Silêmaniyê: Silêmanî, taxa Beranan, Kolana 60 Metreyî, gundê Zirgiwêz, gundê Zirgiwêzele, navçeya Sûrdaşê, baregehên Hêzên Fermandariya Pêşmergeyan, taxa Tasluceyê û Çiyayê Zimnako.
Parêzgeha Dihokê: Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendal û gundekî sînorê Akrêyê.
Parêzgeha Helebceyê: Çiyayê Şinriyê.
CPT: 4 kesan canê xwe ji dest daye
Li gorî amarên Tîmên Avakirina Aştiya Civakê (CPT) ya Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê, ji 28ê Sibatê heta 10ê Adarê ji ber şer û bandorên wî 4 kesan canê xwe ji dest daye.
Sê ji wan ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn û yê din jî karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.
Rêxistina ku êriş û bombebaranên li ser Herêma Kurdistanê û sînorên wê tomar dike ji Rûdawê re ragihand:
"Di êrişan de 2 pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li parêzgeha Hewlêrê, pêşmergeyekî Komeleyê li parêzgeha Silêmaniyê û endamekî asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê canê xwe ji dest daye."
Ji ber êrişên li ser Herêma Kurdistanê 19 kes birîndar bûne.
Ji wan 12 kes li parêzgeha Hewlêrê, 6 kes li parêzgeha Silêmaniyê û kesek jî li sînorê parêzgeha Dihokê ne.
Di amaran de wiha hatiye gotin:
"Ji birîndaran 3 kes endamên hêzên ewlehiyê bûn û li Balafirgeha Hewlêrê birîndar bûne.
Her wiha 2 kes karmendên ewlehiyê yên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê bûn, kesek jî karmendê ewlehiyê yê Hotêla Tîtanicê ya li Silêmaniyê bû.
Di heman demê de 3 sivîl birîndar bûne, yek ji wan li Hewlêrê ajokarê motosîkleta kuriyeyê bû, yek li Kampa Bacid Kendal a Zaxoyê bû û yek jî li Kampa Azadiyê ya Koye perestar bû.
Her wiha 10 birîndar jî pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn."
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê 28ê Sibatê dest pê kir.
Ji roja yekem a şer ve êrişên li dijî Herêma Kurdistanê û Hewlêrê dest pê kirin û didomin.
Piraniya êrişên li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatine kirin.
Her wiha komên çekdar ên Şîe yên ku Îran piştgiriya wan dike berpirsyariya piraniya wan êrişan girtiye stûyê xwe ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.