Eren: Pêwîst e aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl helwesta xwe nîşan bidin

Seroka HAK PARê ya Amedê Berrîn Eren got ku ev demeke kurt bû ku wan şaredaran dest bi kar kirine, ji ber wê yekê ti bawerî bi wan tometên li hemberî wan nîne û herwiha diyar kir ku divê ev biryar bê rexnekirin û helwest bê nîşandan.

Seroka HAK PARê ya Amedê Berrîn Eren got ku ev demeke kurt bû ku wan şaredaran dest bi kar kirine, ji ber wê yekê ti bawerî bi wan tometên li hemberî wan nîne û herwiha diyar kir ku divê ev biryar bê rexnekirin û helwest bê nîşandan.


 

Seroka Partiya Maf û Azadiyan (HAK PAR) a Amedê, Berrîn Eren, beşdarî bûltena Rûdawê bû û derbarê ji kardûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakûrê Kurdistanê de axivî.


 

Berîn derbarê tometên li hemberî wan şaredarên Kurd de bibîr xist ku ev 3-4 meh in dest bi kar kirine û ji ber hindê pêwîst bû li gor vê yekê biryar hatiba dayîn.


 

Derbarê helwesta li hember van biryarên dawîn jî Eren dibêje, pêwîst di aliyê siyasî de jî û ji aliyê rêxistinên sivîl ve ev biryar bê rexnekirin û helwest bê nîşandan.


 

Berrîn Eren li ser helwesta partiya xwe jî got ku ew dê piştî civîna partiya meclîsê helwesta xwe aşkere bikin.


 

Îro şaredarên bajarên Amed, Wan û Mêrdîn ên Bakûrê Kurdistanê ji kar hatin dûrxistin û li cihê wan parêzarên wan bajaran weke qeyûm hatin tayînkirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan
Tom Barrack: Divê herêm pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
Serok Barzanî: Nabe ku çarenivîsa Kerkûkiyan bibe qurbaniya bazarên gumanbar
Fraksiyona PDKê: Em dest ji mafên neteweyî yên Kerkûkê bernadin
Koçka Spî: Gera nû ya danûstandinan li Îslamabadê birêve diçe