Erebistana Siûdî û Qeter deriyên sînor ên navbera xwe vedikin    

.

Piştî sê sal di ser nakokiyên welatên Kendavê re derbas bû, Erebistana Siûdî ragihand; sînorê bejahiyê li ber Qeterê vedike, li hember wê jî Qeter dibêje ku şahzadeyê welat di lûtkeya Kendavê de dê serokatiya şanda welatê xwe bike, ku Îmarat wê lûtkeyê weke dîrokî bi nav dike.

Kuwêtê duh 4ê Çileya 2021ê ragihand; Erebistana Siûdî razî bûye ku sînorên xwe li ber Qeterê veke, ev jî piştî sê sal ji qeyrana Kendavê û rasterast berî civîna Encûmena Alîkariya Kendavê pêk tê, ku îro li Erebistana Siûdî tê lidarxistin.

Dîwana Şahzadeyê Qeterê bi daxuyaniyekê ragihand: “Cenabê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, şahzadeyê welat, serokatiya şanda Qeterê dike ji bo beşdariya di 41emîn civîna Encûmena Alîkarî ya Kendavê de, ku li parêzgeha Ela ya Erebistana Siûdî tê lidarxistin.”

Wezîrê Derve yê Kuweytê Şêx Ehmed Nasir Sebah di axaftineke televîzyonî de duh ragihandibû; li ser pêşniyara Şahzadeyê Kuwêtê, li ser vekirina keş û sînorê bejahî û deryaya di navbera Erebistana Siûdî û welatê Qeterê sibe êvarê, li hev kirin.”

Ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî li ser zarê Şahzadeyê Cînişîn ê Erebistanê Mihemed bin Selman ragihandiye; “lûtke dê bibe sedema yekdengî û rêrewa xêrê û pêşveçûnê”. Mihemed bin Selman herwiha dibêje: “Di vê lûtkeyê de serkirdeyên welatên encûmenê dê bicivin ji bo yekrêziya li hember wan astengiyên ku li herêmê têne dîtin.”

Wezîrê Dewletê yê Îmaratê bo Karûbarên Derve Enwer Qerqaş jî li ser ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye; em li ber lûtkeyeke dîrokî ne, ku têde Kendavê bi hev ve dicivîne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin
Xameneyî: "Danûstandina bi DYA re tu feydeyê nade me"