Erdoğanî HDP tohmedar kir

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, lîsteya HDPê ya parlamentoya Tirkiyê ji hêla PKKê ve hatiye dirustkirin û bi rêya CHP jî hatine hilbijartin. Erdogan bang li alîgirên CHPê kir ku ji partiya xwe hesab bipirsin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan got:

"Kesên silav nedidan hevûdu, hemberî me di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bûn yek. Weha kirin ku, CHP bo derbaskirina benda hilbijartinê bang li dengderên xwe kir ku, dengên xwe bidin HDPê. Ji xwe di hilbijartinên 1991'ê de jî serî li rêyeke wiha dabûn. Wê demê kesên bin bandora PKKê bûn Parlamenter. Îro jî bi rêya CHPê, navên ku ji hêla PKKê ve hatine destnîşankirin, di parlamentoyê de wek parlamenter wê cîhên xwe bigrin. Ez bang li alîgirên CHP dikim ku ji rêveberiya partiya xwe hesabê bipirsin. "

Siyaset Haberleri

22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir
Keçeke Kurd a Efrînî li Danîmarkayê Ala Kurdistanê dixe pirtûkeke dibistanê
Li Efrînê ENKS û PDK-Sê Roja Alaya Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kirin
Şamê bi fermî planeke entegrasyonê ya 13 xalî pêşkêşî HSDê kiriye.