Serokkomarê Tirkiyeyê amaje da ku, ji ber destpêkirina pêvajoya aştiyê, tenahî ji bo deverên Bakurê Kurdistanê vegeriyaye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî (Yekşem, 14.12.2025) di hevdîtinekê de bi ciwanên welatê xwe re axivî û li ser pêvajoya aştiyê ragihand ku, bi salan e Bakurê Kurdistanê tûşî şer û aloziyan bûye. herwesa got: “Ev alozî heta radeyekê belav bûne ku ciwanên me nedikarî li zanîngehên me di jîngeheka saxlem de bixwînin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê ron jî kir: “Me li van deveran gelek kes winda kirin, ji ber vê yekê me biryar da ku em dawiyê li wê bînin û ji bo bidawîkirina şer û aloziyan bi lez pêngavan biavêjin. Dibe ku niha li van deveran çend şikeft mabin.”
Erdogan amaje jî da: "Parlamentoyê berpirsiyariya xwe ya di derheqa pêvajoya aştiyê de hilgirtiye û me bizavên xwe ji bo wê pêvajoyê bileztir kirine û çek jî hatine şewitandin û em piştrast in ku êdî xelk dê li van deveran bi azadî bigere."
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sebrî Ok li roja Yekşemê (26ê Cotmeha 2025ê) li quntara Çiyayê Qendîlî bi tevlîbûna 25 çekdaran di konferanseka rojnamevanî de pêngaveka kiryarkî ya nû ya partiya xwe li ser pêvajoya aştiyê ya nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ragihand.