Erdogan li ser partiya nû axivî

Serokê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan li ser hewlên “hinek hevalên xwe” bo avakirina partiyeke nû got, beriya wan jî hinekan partî ava kiribûn, me aqûbeta wan dît!

Ev demek dirêj e tê gotin ku hinek hevalên serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, yên ku ji wî aciz bûne û ji AKPê dûr ketine, dixwazin partiyeke nû ava bikin.

Li gorî agahiyan, di nav wan kesan de herî zêde behsa serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul û serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu tê kirin.

Ya herî balkêş jî ew e ku çend roj berê malperek tirkî bi navê “yenibirparti.org” derket holê ku tê gotin ew malper, ya wê partiyê ye ya ku Gul û Davûtoglu dixwazin ava bikin.

Erdogan şeva borî li ser vê mijarê ji televîzyona NTV re got, gelek kes ji partiya me veqetiyan. Me ji ti kesî re negot biçe lê yên ku çûn jî em êdî venagerînin û bi wan re kar nakin.

Serokê giştî yê AKPê li ser avakirina partiyeke nû jî got, mala minê dê partiyê ava bikin! Beriya niha jî hinekan partî ava kirin lê me aqûbeta wan dît!

Siyaset Haberleri

Qayimqamê Sîdenkanê: Bi ragihandina pêvajoya aştiyê, 100 gundên deverê tên avedankirin
Berdevkê AK Partiyê li ser hevdîtina HSD û Tirkiyeyê axivî
Foza Yûsif: Wê HSD ne dûr bibe dendika Artêşa Sûriyê
Nivîskara Kurd Karoş Taha ji bo xelata navdar a Almanyayê bûye namzed
Mustafa Ozçelîk: Dewlet ligel Ocalan û DEM Partiyê veşartî kar kar dike