Erdogan ji Îmamoglu re pirsî: Bi kî re çi diaxive?

​​​​​​​Serokomarê Tirkiyê, rexne li Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Stenbolê digre li ser serdana wî ya ji bo Diyarbekirê û herweha civîna wî ya li gel şaredarên HDPê ku ji kar hatine dûrxistin.

Serokomarê Tirkiyê, rexne li Ekram Îmamoglu, Şaredarê Stenbolê digre li ser serdana wî bo Diyarbekirê civîna wî li gel şaredarên HDPyê, ewên ku ji kar hatine dûrxistin. Erdogan dibêje, HDP di bin kontrola PKKê de ye û CHP jî bi wan re milbimil e.

Receb Tayîb Erdogan,  serokomarê Tirkiyê got: Wa şaredarê Stenbolê çû Diyarbekirê. Bi kî re çi diaxive? Bi kesên tevli terorê re bûne, dest bi dest e û dibêje, Em bi hev re ne. Di her delîveyekê de diçin ba hev. Li ser rêvebirina bajarên ku bidest xwe xistine, bi taybet li ser rêvebirina Stenbolê diaxivin.

Herweha got: Diçin ba şaredarên ku jiber piştevaniya terorê hatine dûrxistin û piştgirî didin wan. Şûna li ba welatê xwe û milletê xwe bin, diçin li gel partiya di bin kontrola rêxistina terorê de ye. yên nekarin rêxistina terorê şermezar bikin, li hember derbekaran helwest wergirin nekarin bibin şaredar û nekarin bibin siyasetmedar.

Receb Tayîb Erdogan, di derheqê partiya nû jî got: Hewl didin, biçûk-mezin- çend ji AK Partiyê cuda bikin, baş dibînin. Pesnê hinekan tê dayîn û bangeşeya wan tê kirin.

Got jî: Me ev lîstik berê pir dîtin. Tu lîstika endazyariya siyasetê heta niha ser neketiye. Yên gotina wan ji bo miletê nebe û tenê bi lîstika hêzên derve gav bavêjin ser nakevin. Li paş deriyên girtî û li benda derketina kirîzê siyaset naye kirin. Bi tomet û direw û gefan jî siyaset nabe.

Herweha got: Eger hun dixwazin siyaset bikin, divê hun derkevin pêş miletê û hemû hizr û xeyal û planên xwe bêjin. Eger gotina we bo miletê nebe, wê demê diyar e tenê ji bo hêrs û daxwazên xwe hun tevdigerin. Mexrûr nikarin ser bikevin. Dibe ku kêmasiyên min jî yên AK Partiyê jî di hin mijaran de hebin. Dibe hin şaştiyên me jî hebin. Pêwîstî hebe em ji bo vê yekê gavan bihavêjin.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da