Erdogan: Em rê nadin dagirkeriyên nû û xêzkirina sînoran bi xwînê

.

Erdogan 13ê Îlonê li Stenbolê di civîneke akademiya ser bi partiya xwe de bal kişand ser projeya ku ew wek "Proseya Tirkiyeyeke Bêteror" bi nav dike û got: "Salek berê wek projeya dewletê me dest bi proseya Tirkiye bêteror kir û bi heman biryardariyê em berdewam dikin. Di vê demê de me her hewleke têkdana proseyê vala derxist. Em bi sebir, hişyarî û ji dil proseyê gav bi gav birêve dibin."

Erdogan soza xwe ya ji bo avakirina yekîtiyeke navxweyî tekez kir û wiha axivî: "Em ê dîwarê di navbera miletê de hilweşînin û aştî, biratî û geşedanê ava bikin. Baca vê çi dibe bila bibe, êdî veger nîne."

Serokomarê Tirkiyeyê derbarê rewşa herêmê de nîgeraniya xwe anî ziman û got: "Li navçeya me careke din tê xwestin sînor bi xwîn û rondikên çavan bihêne xêzkirin. Lîstika dabeşkirin û rêvebirinê didome," wî got.

Erdogan wek çareserî banga biratiya gelan kir û wiha pê de çû: "Biratiya me dikare hemû lîstikan xera bike. Tirk, Kurd û Ereb, çawa ku hezar sal e em li gel hev jiyane, dîsa bi heman şêwazê wek bira em ê bijîn. Tu gumana min ji vê nîne."

Herwiha Erdogan bang li gelên cîran jî kir û got: "Em ji gelên derveyî sînorên xwe jî dixwazin bila rê nedin van lîstikan."

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên