Erdogan: Em li gor rêkevtina Edeneyê li wir in

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan êrişa welatê xwe yê bo ser Rojavayê Kurdistanê ku navê “Kanîya Aştiyê” lê kirîye ji medyaya tirkî nirxand.

Navenda Nûçeyan

 

Recep Tayyip Erdogan dibêje ew qada asmanî ya Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê di çarçoveya Rêkevtina Edeneyê de bikar tînin û ti qadên asmanî yên Amerîkayê li herêmê nîne û amaje dike ku ti mafê Amerîkayê nîne li ser qadên asmanî yên Sûrîyê biryarê bide.

Erdogan dibêje li gor Rêkevtina Edeneyê eger hikûmeta Sûrîyê nekare rê li ber metirsîyên ewlehîya welatî wî bigire mafê wan e ku qadên asmanî yê Sûrîyê bikar bîne.

Têvî ku Rêkevtina Edeneyê rê nade, ku Tirkîye ji 5 kîlometran zêdetir têkeve nav axa Sûrîyê, lê dixwaze heta 40-50 kîlometreyan bi kûrahî bi êrişan derbasî wê herêmê bibe.

Erdogan îdia dike ku armanca wan ne ew e ku demografîya herêmê biguherê wan jî Kurd bin û ti ajandeyeke wan a veşartî nîne û dibêje: “Eger derdeke Tirkîyê yê guhertina demografîyayê hebûya dê li El Bab, Cerablûsê û Efrînê bikira. PKK û PYD demografîyê diguherîne. Li gor plana me divê penaber vegerin cihên xwe. Ti pirsgirêka me bi Kurdan re nîne.”

Bi gotina Erdogan ew dixwazin li “navçeya aram” avahîyan ji penaberan re çêbike lê li ser penaberan bicihbûna wê herêmê ferz nakin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir