Erdogan: Em ê li Sûriyê dest bi operasyonên nû bikin

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan: Em ê li Sûriyê bi temamkirina kêmasiyên korîdora ewlehiyê, dest bi operasyonên nû bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan careke din gefa destpêkirina operasyona li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê xwar û ragihand: “Em ê li wir bi temamkirina kêmasiyên korîdora ewlehiyê ya li ser sînorê Sûriyê, dest bi operasyonên nû bikin.”

Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê derbarê destpêkirina operasyonên nû de axivî û got: “Divê ti kes guman neke ku em ê ji bo pêkanîna armancên xwe yên sala 2023an hemî şiyanên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî bikar bînin. Operasyonên me yên ji bo rizgarkirina sînorên me yên bi Iraqê re ji êrîşên terorîstan bi serkeftî berdewam dikin. Bi temamkirina kêmasiyên korîdora ewlehiyê ya li ser sînorê Sûriyê, em ê li wir dest bi operasyonên nû bikin.”

Ji mehekê ve ye Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê dixwe û dibêje, ew ê herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan ava bikin.

Tirkiye ligel grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji sala 2016an ve li dijî YPGê li Rojavayê Kurdistanê 3 operasyonên mezin pêk anîn û Cerablus, Bab, Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê dagîr kirin. Tirkiye niha jî hewl dide bikeve Minbic û Tel Rifat, lê Amerîka û Rûsya bi hinceta ku ev operasyon dê bibe sedema aloziyên nû li dijî operasyona Tirkiyê ne.

Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê Alexander Lavrentiev li danûstandinên Astaneyê roja 15ê vê mehê ragihandibû, Mosko operasyona plankirî ya Tirkiyê li Sûriyê gaveke neaqilane dibîne û daxwaz ji Enqerê dike ku bi aştiyane pirsgirêkan çareser bike.

Kurdistan Haberleri

Pentagonê ji HSD û Artêşa Sûriya Azad re 130 milyon dolar terxan kir
Rutte: Ger em xerca leşkerî ya NATO zêde nekin divê em fêrî Rûsî bibin
Ji gelê Sûriyê berteka ala HTŞê ya li kêleka Alaya Sûriyeya nû
Mark Rutte: Eger em ji bo parastinê pereyan veneqetînin divê em xwe fêrî Rûsî bikin
Huseyîn Çelîk: Çima dema Kurd dibin cîranê me problem çêdibe?