Erdogan behsa 'pêvajoya çareseriyê' û rewşa Amedê kir

.

 Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur ê serokkomariyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, pêvajoya çareseriyê bi zana û rûspiyan re birêve birine. Erdogan herwiha behsa rewşa berê ya li Amedê kir û diyar kir, berê li Amedê bi şev nikaribûn derkevin derve.

Recep Tayyip Erdogan, roja 25ê Gulanê di bernameyeke televîzyonî de derbarê rojeva siyasetê de axivî.

Erdogan li ser pirsa “Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya di axavtina TRTê de behsa pêvajoya çareseriyê kir û got `Erdogan bi rêxistinên terorê re hevdîtin kiriye.` Hûn çi dibêjin?” got: “Kesên beşdarî pêvajoya çareseriyê bûn, hemû zana û rûspiyên Tirkiyê bûn. Me ew vexwandin û me bi hev re kir. Hunermend hebûn, hemû hebûn. Ew pêngav bi gel re hat avêtin û bo pêvajoya çareseriyê bû. Me li wê derê mirovên aqilmend civandibûn. Divê îsbat bikî. Kesê îdia dike, divê îsbat bike. Eger tu îsbat nekî, tu nemerdî.”

Erdogan, berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bi hevkariya ligel Qendîl û terorê tohmetbar kir û da xuyakirin, bi serkeftina Kiliçdaroglu dê teror li Tirkiyê biserkeve. Erdogan wiha got: “Kiliçdaroglu bi Qendîlê re, bi kesên li dijî Alaya Tirkiyê re kar dike. Çi peywendiya min ligel rêxistinên terorê heye? Eger Kiliçdaroglu biserkeve dê teror biserkeve.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Erdogan behsa rewşa Amedê ya berî desthilata xwe kir û got: “Pêştir li Diyarbekirê bi şevan kesek nikaribû derkeve derve. Lê niha bi şev ciwan bi hev re li kafeterya û restorantan rûdinin û bi hêsanî digerin.”

Kurdistan Haberleri

Hevrikiya nasnameyê û pirsa navê "Parêzgeha Urmiyeyê"
Çima Kezî dibe çek û ramana vê cem gelê me çiye?
Rêjîma Îranê firîna hemû balafirên li esmanê Îranê ragirtin
Îsraîlê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
Lindsey Graham piştgirî da Levin: ‘Ma em dê Kurdan bê alîkarî bihêlin?’