ENKSyê projeya 'Lêvegera Kurdî' pêşkêşî Mezlûm Ebdî kir

.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) projeyeke nû pêşkêşî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kiriye.

Li gorî Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif, projeya wan li ser avakirina “Lêvegera Kurdî” û tevlîbûna ENKSyê ya di nav Rêveberiya Xweser de ye.

Feysel Yûsif di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku wan hefteya borî projeyek pêşkêşî Mezlûm Ebdî kiriye.

Li gorî zanyariyan, proje ji 15 xalên niştimanî yên Sûriyeyê û 11 xalên neteweyî yên Kurdî pêk tê.

Pêşkêşkirina vê projeyê di demekê de ye ku îhtimala çûna şandeke ENKSyê bo Şamê tê axaftin.

Berpirsên ENKSyê dibêjin ku Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ew dawetî Şamê kirine.

Ev yek jî pirsên li ser çarenivîsa yekrêziya Kurdan û şanda hevbeş a ku berê li Qamişloyê hatibû avakirin, derdixe holê.

Ev ne cara yekem e ku ENKS û aliyên Rêveberiya Xweser li ser mijara hevbeşiya siyasî gotûbêjan dikin.

Berî niha jî di çarçoveya diyalogên Kurdî-Kurdî de, ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) li ser tevlîbûna ENKSyê ya ji bo Rêveberiya Xweser li hev kiribû lê ew lihevkirin heta niha nehatiye cîbicîkirin.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da