ENKSê pêşwazî li biryara Amerîka ya bo Sûriyê kir: Divê Sûriye nenavendî be

.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), bi daxuyaniyeke fermî pêşwazî li biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya derxistina navê Sûriyeyê ji lîsteya "dewletên piştgira terorê" kir.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê ev pêngava DYAyê wekî derfeteke girîng ji bo sivikkirina dorpêçên aborî, baştirkirina rewşa jiyanê û geşepêdana peywendiyên navneteweyî bi nav kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ji bo sûdgirtina ji vê biryarê, divê gavên bilez ber bi avakirina dewleteke demokratîk, nenavendî û misogerkirina mafên neteweyî yên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûrê de werin avêtin.

Her wiha ENKSê bang kir ku mercên guncaw ji bo vegera birûmet a koçberan bi taybetî yên Serê Kaniyê û Girê Spî werin amadekirin û têkoşîna li dijî teror û tundrewiyê berdewam bike.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist