ENKSê li ser birîn û talankirina daristanên Efrînê bang li civaka navdewletî kir

.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) piştî belavbûna rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ku tê de hatiye diyarkirin, komên çekdar ên Sultan Murad, Feyleq eş-Şam û Ahrar eş-Şam li Meydankê û Şerayê zêdetirî 650hezar dar birîne, daxuyaniyek belav kir.

ENKSê birîn û talankirina dar û daristanên Efrînê ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve şermezar kir û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan jî kir ku destwerdanê bikin û van tawanan rawestînin.

ENKSê ragihand: “Binpêkirinên tirsnak li dijî nişteciyên herêma Efrînê û sirûşta wê, ji aliyê grûpên çekdar ve bêyî nirxên exlaqî didomin. Ev grûpên çekdar çend roj berê, bi sedan hektar dar li nahiyeyên Cindirês û Meydankê û gundên derdor qut kirin, ku ev nîşaneya çanda wan a werankirina şirûştê ye.”

Hat diyarkirin, ew van kiryarên ne exlaqî, bi tundî şermezar dikin û ev bang hat kirin: “Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û van tawanan rawestînin û em bang li dewleta Tirkiyê dikin, ji ber ku herêmê kontrol dike, herêmê biparêzin û hesabê ji tawanbaran bixwazin.”

ENKSê daxwaz ji Îtîlafê jî kir ku bi erkê xwe yê niştimanî û exlaqî rabe, van kiryar û tawanan şermezar bike û tawanbaran dadgeh bike.

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da