ENKSê li Şamê rewşa siyasî ya Sûriyeyê û paşeroja kurdan gotûbêj kir

.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), li taxa Zorava ya Şamê, semînereke cemawerî lidar xist û tê de rewşa siyasî ya herêmê, paşeroja doza Kurdî û yekrêziya navxweyî gotûbêj kir. Di semînerê de hejmareke mezin ji siyasetmedar, rewşenbîr û welatiyên Kurd ên li Şamê amade bûn.

Serkirdeyên ENKSê tekezî li ser girîngiya hebûna encumenê li Şamê kirin û diyar kirin ku ev pêngav ne tenê asayî, lê belê "pêwîstiyeke lezgîn" e. Endamê Sekreteriya ENKSê Nîmet Dawid ji K24ê re ragihand: "Hebûna ENKSê li Şamê îro ne tenê xwezayî ye, lê pêwîst e jî, da ku wek hêzeke sereke di qada siyasî ya Sûrî û ya Kurdî de rola xwe bilîze."

Di semînerê de mijarên wekî Konferansa Qamişlo ya ji bo yekrêziya Kurdî û parastina mafên gelê Kurd di paşeroja Sûriyê de bi hûrgilî hatin nirxandin. Beşdaran amaje kirin ku ev cure çalakî ji bo agahdarkirina gel û bihîstina nêrînên wan girîng in.

Ji aliyê xwe ve, Neda Mihemed, yek ji beşdaran, bal kişand ser rola ENKSê di nûnertiya gel de û got: "Girîngiya hebûna ENKSê li Şamê gelek e. Bi vî awayî serokatiya ENKSê nêzîkî gelê xwe dibe û nêrînên xelkê werdigire da ku bi roleke mezin rabe."

Di dawiya semînerê de, beşdaran tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina van cure çalakiyan kirin, bi taybetî li Şamê ku hejmareke mezin a Kurdan lê dimîne û pêşhatên siyasî yên welat ji nêz ve dişopînin.

Kurdistan Haberleri

PWKyî Li Amedê Beşdarî Çalakîya Ji Bo Rojîn Kabaîş Bûn
PWK, Şaxa Merdînê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, Şaredarîya Qoser ziyaret kir
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Trump helwesta xwe ya li ser birêvebirîna Xezeyê diyar kir
Hêvîn Silêman: Dorpêça li ser taxên Kurdan berdewam dike