ENKSê bo parastina Rojava daxwaza avakirina hêzeke hevbeş kir

Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûrîyê daxwazê ji civaka nêvdewletî dike kar bo rawestandina gefên Tirkîyê bike.

Rûdaw

 

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) derbarê gefên Tirkîyê yên li dijî Rojhilatê Kurdistanê û egera encamdana êrîşekê bo ser rojhilatê Feratê de daxuyanîyek belav kir û tê de daxwaza avakirina hêzeke serbazî ya hevbeş bo parastin û berevanîya di ber Rojavayê Kurdistanê de dike.

Di daxuyanîyê de, ENKS dibêje, egrer gefên Tirkîyê bên cîbicîkirin dê navçe bikeve nav agirê dijberîyan de.

ENKS bang li civaka navdewletî jî dike, ku gefên Tirkîyê û her êrîşeke serbazî ya bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

Herwiha ENKS radigihîne ku çareserî di damezrandina rêveberîyeke nû de ye ku hemû pêkhateyan li xwe bigire.

Li gorî daxuyanîyê, Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê bi pêwîst dibîne, ku hêzeke serbazî ya hevbeş bê avakirin, da ku herêmê biparêze.

ENKS dibêje ku nabe gelê Kurd bibe qurbanîya nakokîyên sîyasî û tekez dike ku ew her core proseyeke guhertina demografîk li Rojavayê Kurdistanê red dikin.

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir